Skip to content

Analîzek Li Ser 4 Hejmarên Ewilî Yên Kovara Hawarê

            Li ser Kovara Hawarê bi dehan vekolîn hatine kirin û weşandin. Ango, Kovara Hawarê hem di nav gel de hem jî di nav civata akademîk de cihekî hêja û bi nirx wergirtîye ku li ser wê bi hûrgilî hatîye sekinîn û bi sernavên curbicur ji hev hatîye veçirandin.

            Me jî hewl da ku em di vê xebatê de nivîsên kovarê li gor mijaran bisenifînin û derbarê naveroka wan de agahîyên kurt û zelal bidin. Xebata me bi 4 hajmerên ewil ve sînordar e. Di beşa yekem de em ê bi kurtasî Kovara Hawarê û nivîskarên wê bidin nasîn û li ser armanca wê û bandora wê ya li ser civaka kurd bisekinin. Di beşa duyem de em ê nivîsên kurdî li gor mijarên wan dabeşî sernavan bikin û naveroka wan analîz bikin. Di diyarkirina sernavan de me sûd ji xebata Mihemed Bekir[1] û ya Süleyman Çetin[2] wergirt.

1. BEŞA YEKEM

1.1. Kovara Hawarê

            Kovar ji alîyê Celadet Elî Bedirxan ve li Şamê hatîye amadekirin û çapkirin. Hejmara yekem di 15ê Gulana 1932an de ya dawî di 15ê Tebaxa 1943an de hatiye weşandin. Herçîqas kovar 15 rojane be jî carinan wextên dirêj ketîye navbera hejmaran lêbelê bi tevahî 57 hejmar hatine weşandin.

            Kovar bi du zimanan (Kurdî, Fransî) derdiket. Di kovarê de bi sê dîyalektên kurdî (Kurmancî, Soranî, Zazakî) nivîs hatine weşandin. Ji hejmara 1ê heta ya 23yan (23 jî di nav de) kurdî bi du alfebeyan e (Latînî, Aramî) lê piştî hejmara 23yan tenê alfabeya kurdî ya latînî hatîye bikaranîn. Ev taybetîyên wê, Kovara Hawarê dike kovara kurdî ya yekem ku bi alfabeya kurdî ya latînî hatîye weşandin.

1.2. Armanc û Awayê Xebatê

            Celadet Elî Bedirxan di hejmara yekem de di nivîsa ewilî de naveroka Hawarê diyar dike ku kovar ji bilî sîyasetê bi hemû tiştên têkilî kurdan û kurdîtîyê ve pêwendîdar e. Em dikarin bibêjin ku Kovara Hawarê rola zanîngehekê/akademîyekê girtîye ser xwe. Celadet Elî Bedirxan bingeha xebatên kovarê wiha bi sernav dike.

  • Belavkirina alfabeya kurdî ya latînî û hînkirina wê.
  • Vekolîn li ser zimanê kurdî û dîyalektên wê. Berawirdkirina zimanê kurdî digel zimanên din.
  • Berhevkirina keresteyên folklorîk û belavkirina wan.
  • Senifandin û belavkirina dîwanên kurdî. Nasandina helbestvan û mirovên bijarte.
  • Vekolîn li ser govend û stranan (muzîk).
  • Vekolîn li ser rêzik, pîşe û sinetên Kurdistanê.
  • Vekolîn li ser dîrok û erdnîgarîya Kurdistanê.

1.3. Bandora Hawarê Ya Li Ser Civakê Û Bertekên Civakê

            Digel ku xwendewarên (tîpnas) kurdan kêm bûn jî weşîna Hawarê coşek, kelecanîyek berdaye nav civat û civaka kurdan. Em ji name û pîroznameyên Hawarê hîn dibin ku kovar gihaye her çar perçeyên Kurdistanê û herwiha kêm belav bûbe jî li welatên Ewropayê, Rojhilata Navîn û li yên Afrîkayê jî bi dest ketîye.

Lê ji ber şert û mercên vê dewrê –naveroka Hawarê têra xwe hebe jî- bandoreke rojane û bilez li ser civakê nekirîye. Bindestî, sînorên çêkirî, kêmbelavbûn, alfabeya nû û kêmasîya tîpnasan çend sebeb in. Lê xuya ye, çi kesên ku bi Hawarê hesiyane hewce nekirine ku kêfa xwe vedizin, berevajî wê bi peyamên jidil silav dane Hawarê.

1.4. Nivîskarên Hawarê

“Gelek rewşenbîr û nivîskarên me yên bi nav û deng, naveroka Hawarê bi zanîn, tecribe û hunermendîya xwe dewlemendtir kirine.”[3] Celadet Elî Bedirxan, Dr. Kamiran Bedirxan, Rewşen Bedirxan, Osman Sebrî, Qedrîcan, Cegerxwîn, Mistefa E. Botî, Qedrî Cemîl Paşa, Dr. Nuredîn Zaza, Lawê Fendî, Bişarê Segman, Pîremêrd, Reşîdê Kurd, Mele Ehmed Namî, Faîq Bêkes, Fefîq Hilmî, Dr. Ehmed Nafiz, Tewfîq Wehbî û Elî Seydo Gewranî çend nivîskarên sereke yên Hawarê ne. Lêbelê ji ber ku nivîsara me tenê li ser 4 hejmarên ewilî ye, em ê hew behsa nivîskarên van hejmaran bikin.

1.4.1. Celadet Elî Bedirxan (1893-1951)

            Celadet E. Bedirxan nevîyê mîrê Mîrektîya Botan (1338-1855) Mîr Bedirxan, kurê Mîr Emîn Elî Bedirxan e. Li Stenbolê hatîye dinyayê. Bi hişmendîya kurdayetî mezin bûye û hatîye perwerdekirin. Digel zimanê kurdî, gelek zimanên biyanî jî hîn bûye. Di ciwanîya xwe de dema li Kurdistanê digere, keresteyên folklorê berhev dike û wan dinivisê. Bi van xebatan dibîne ku alfabeyên erebî têra zimanê kurdî nake û hê di wî wextî de fikira alfabeyeke nû bi wî re çêdibe.

            Di sala 1922an de ji ber rûdanên sîyasî ew û biraye xwe Kamiran Bedirxan diçin Almanyayê. Celadet li wir hem perwerdehîya xwe berdewam dike hem jî xebatên xwe yên li ser zimanên kurdî didomîne.

            Herwiha di vê serdemê de ku rewşenbîr, alim û şêxên kurdan jî bi netewperestî û netewedewletê hesîyane, serkêşîya serhildanan dikin. Piştî têkçûna serhildana Şêx Seîd, Komeleya Xoybûnê ava dibe. Celadet Elî Bedirxan jî dibe yek ji sazkarê vê komeleyê. Bi pêşengîya Xoybûnê, Serhildana Agirîyê dest pê dike lê ev serhildan jî têk diçe. Celadet Elî Bedirxan vedigere herêma Suriyeyê ku ew di bin kontrola fransîyan de ye. Celadet Elî Bedirxan di 26ê Cotmeha 1931an de serî li hikûmeta Suriyeyê dide ku Kovara Hawarê derxîne.

            Bedirxan, di herdu hejmarên ewilî de navê xwe li bin nivîsan nenivîsîye û herwiha ji bilî navê xwe bi mexlasên wekî; Herekol Azîzan, Xweyîyê Hawarê, Hawar, Stranvan, Stranvanê Hawarê, Bavê Cemşîd, Bavê Cemşîd û Sînem-Xanê jî nivîs weşandine.

            Celadet Elî Bedirxan di sala 1935an de bi dotmama xwe Rewşen Bedirxan re zewicîye û du zarokên wan (Sînemxan, Cemşîd) çêbûne. Mîr Celadet Elî Bedirxan di 15ê Tîrmeha 1951an de koça dawî kirîye.

            Celadet Elî Bedirxan ji bilî Kovara Hawarê gelek berhemên hêja li dû xwe hiştine ku piranî ew li ser zimanê kurdî ne.

1.4.2. Dr. Kamiran Elî Bedirxan (1895-1978)

            Birayê Celadet Elî Bedirxan e. Li Stenbolê hatîye dinyayê. Wî jî wek birayê xwe perwerdehîyeke baş standîye. Doktoraya hiqûqê kirîye. Li Lûbnanê dersên kurdî daye û li Fransayê xebatên xwe yên li ser kurdî domandîye.

            Li ser ziman û wêjeya kurdî nêzî sîh pirtûk nivîsîye. Dr. Kamiran Elî Bedirxan di 07.12.1978an de koça dawî dike.

1.4.3. Osman Sebrî (1905-1993)

            Helbestvan û nivîskar Osman Sebrî di 07.12.1905an de li Semsûrê, li gundê Narincê hatîye dinyayê. Li Stenbolê perwerdehî dîtîye. Piştî têkçûna Serhildana Şêx Seîd hatîye sirgunkirin û li çend bajarên tirkan di girtîgehê de maye. Wexta ji girtîgehê fîrar dike diçe Binxetê.

            Dersên kurdî daye zarokan. Bi ziman û wêjeya kurdî re mijûl bûye. Xwedî dîwan e. Osman Sebrî di 11.01.1993an de çûye ser dilovanîya xwe.

1.4.4. Qedrîcan (1911-1972)

            Qedrîcan (Ebdilqadir Ezîz Can) di sala 1911an de hatîye dinyayê. Ji Dêrika Çiyayê Mazî ye. Hê di ciwaniya xwe de, ji ber kar û barên sîyasî mecbûr dimîne ku here Binxetê. Piştî perwerdehîya xwe, li bajarên kurdan mamostetîyê dike.

            Gelek helbestên wî di rojname û kovaran de weşîyane. Çîrok nivîsîne û wergêrî jî kirîye. Di sala 1972an de li Şamê koça dawî kirîye.

1.4.5. Dr. Ehmed Nafiz (1899-1968)

            Dr. Ehmed Nafiz ji ‘Elezîzê ye. Di sala 1899an de hatîye dinyayê. Li Stenbolê beşa bijîşkîyê xwendîye. Li Kurdistanê tevî serhildanan bûye. Demekê di hepsê de maye. Piştî ku hatîye berdan derbasî Binxetê bûye û li wir hem karên sîyasî domandîye hem jî doktorî kirîye.

            Em dikarin bêjin ku Dr. Ehmed Nafiz doktorê ewil e ku bi tîpên latînî yên kurdî li ser mijarên doktorîyê nivîsîye. Di sala 1968an de li Beyrûtê koça dawî kirîye. Gora wî li Qamişlo ye.

1.4.6. Cegerxwîn (1903-1984)

            Cegerxwîn (Mele Şêxmûsê Hesarî) li Kercewsê (Gercüş), li gundê Hesarê hatîye dinyayê. Berîya Şerê Yekem ê Cîhanî malbata wî koçî herêma Amûdê kirîye. Hê zarok bûye dêûbavê wî mirine.

            Ji bo perwerdehîya xwe li gelek deveran digere, perwerdehîya dînî diqedîne û îcazeta meletîyê bi dest dixe. Tevî serhildanên kurdistanî dibe. Piştî ku serhildan têkdiçin vedigere Binxetê. Bi hezaran helbest nivîsîne. Herwiha li ser zimanê kurdî jî xebatên wî hene.

            Cegerxwîn di 2yê Cotmeha 1984an de li Stockholmê koça dawî kirîye. Gora wî li Qamişlo ye. 

2. BEŞA DUYEM

2.1. Nivîs û Naveroka Nivîsên Kovara Hawarê

“Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e.
Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşîyê vedike.
Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin.
Hawara me berî her tiştî heyîna zmanê me dê bide nas kirin.
Lewma ko zman şerta heyînê a pêşîn e.”[4]

            Celadet Elî Bedirxan di rûpela yekem a hejmara ewilî de, bi van gotinan babet û naveroka kovarê diyar dike. Di çar hejmarên ewilî de jî mijar û naverok di bazineyî pênaseya “xwenasîn”a Celadet Elî Bedirxan de teşe girtîye. Nivîsên têkildarî ziman, edebîyat, folklor, cografya û name û pîroznameyên xwîneran jî hatine weşandin. Di çar hejmarên ewilî de nivîsên bi kurmancî û soranî hene (ji xeynî yên fransî). Di herdu hejmarên ewilî de hin nivîsên bê nav hene ku em wan wek nivîsên Celadet Elî Bedirxan qebûl dikin.

2.1.1. Ziman

            Di Hawarê de tê gotin ku şerta heyînê ya pêşîn “ziman” e.[5] Lewma Celadet Elî Bedirxan di nivîsa xwe ya ewilî de qedera zimên û ya civaka kurdan bi hev ve girêdide. Diyar dike ku ew bi zimanê xwe baş dizane, herwiha li ser xebitîye û lêkolîn kirîye lê heger milet li zimanê xwe xwedî dernekeve, ev zaroka nûza (Hawar) ku ew zaroka kurdan e û zimanê kurdî temsîl dike, bê dê û bav, bira û pismamên xwe nikare bijî, nikare mezin bibe. Pirsiyarên zimên pênase kirîye û rêya çareserîyê nîşan kirîye. Ji miletê xwe xwestîye ku beşdarî nav vê xebatê bibin û Hawarê bi hev re mezin bikin.

            Dr. Kamiran Elî Bedirxan, di hejmara 3yan de bi nivîsa “Di Dora Hevxistina Zmanan De” dixwaze bi gel bide fêhmkirin ku ziman jî heyînek zindî ye û di nav civakê de bi paş an jî bi pêş ve dikeve. Dîyar dike ku hertim di nav zimanan de şerê hebûn tunebûnê heye û ger milet piştevanîya zimanê xwe neke, berevajî wê berê xwe bide zimanên din an jî peyvên biyanî li zimanê xwe zêde bikin, talîya talî ew ê bibin sebeba mirina zimanê xwe. Dr. Kamiran li vir şibandineke xweş û li cî dike û dibêje: “Mileteqî dîl qo zmanê xwe winda ne qiriye, weq girtîyeq e qo mifta zindana xwe bi xwe re hilanîye.”[6] Bi van gotinan şîretan li kurdan dike, mifta azadîyê wekî ziman nîşan dide û ji miletê kurd dixwaze ku zimanê xwe nas bikin û bidin nasîn.

2.1.2. Alfabe

            Di her çar hejmarên ewilî de bi sernavê “Elfabêya Qurdî” alfabeya latînî ya kurdî bihûrgilî hatîye danasîn. Herfên latînî yên kurdî bi berawirdkirina herfên alfabeya aramî û herfên latînî yên zimanên biyanî hatine nasandin û pênasekirin. Li ser şikl û fonetîka tîpan mînak hatine berepêşkirin. Celadet Elî Bedirxan bi vê rêzenivîsê, bi awayekî dersdayînê xwestîye alfabeya nû bi xwîneran bide pejirandin ku ev alfabe ji ya aramî hêsantir e û bêtir li zimanê kurdî tê. Erê alfabeyeke nû hatîye amadekirin lê ev alfabe ew di hejmarên pêş de tûşî hin guherînan tê. Du guherînên ku hêjane em behsa wan bikin ev in:

  • Ji hejmara 24an pê ve tîpên “k” û”q” bi hev hatine guhertin. Ango ji hejmara 1em heta ya 23yan “Qurd û Qurdistan” dihate nivîsîn lê piştî hejmara 23yan wekî “Kurd û Kurdistan” hatîye nivîsîn.
  • Ji hejmara 27an û wê de, ev tîpên ku dirêj tên xwendin (ê,û,î) heke li dû wan tîpa “y”yê hatibe; kurt, ango bê kûm hatine nivîsîn.

Celadet Elî Bedirxan di hejmara yekem de ji xwendevanan dixwaze ku ew jî tevlî vê xebata alfabeyê bibin. Ji wan dixwaze ku heger şaşî an jî kêmanî hebîn bila wî agahdar bikin. Ji ber ku nêta wî heye ku piştî xebat bi dawî bibe, vê xebatê bi şiklê pirtûkê çap bike.

2.1.3. Ferheng

Ferheng di parastin û bipêşvebirina zimanan de cihekî girîng werdigirin. Celadet bi vê bîrbirinê hewl daye ku li dû her hejmarê ferhengokê ava bike da ku ev ferhengok ji ferhengeke kemilî re bibin bingeh. Di her çar hejmarên ewilî de jî ferhengok heye û bi tevahî 59 peyv hatine pênasekirin. Ji bo hin peyvan, ji edebîyata kurdî mînak hatine dayîn. Di hejmara 2yem de navên mehan jî li ferhengokê hatîne zêdekirin.

2.1.4. Rêziman

Celadet Elî Bedirxan di van çar hejmarên ewilî de neketîye nav mijara rêzimanê lê meriv pê derdixe ku hazirîya dersên rêzimanê kirîye û ew ê di hejmarên bê de dest bi mijara rêzimanê bike.

2.1.5. Edebîyat

Kovara Hawarê, çi devkî çi nivîskî her cureyê edebîyatê di nav xwe de hewandîye. Em dizanin ku nivîskarên Hawarê hay ji edebîyata modern hebûne û xwedî behre bûne ku her cure edebîyatê biafirînin.

Hejmara duyem bi nivîsa “Civata Arîkarîyê Ji Bona Kurdên Belengaz” destpê dike ku ev nivîs bi terzê qunciknivîsê ye. Di nivîsê de mizgînîya avabûna civatê tê dayîn, nîzamnameya civatê tê ragihandin û nivîskar li ser xebatên tifaq û alîkarîyê, şîroveyên xwe dike. Di hejmara 3yan de jî nivîsekê bi vî şiklî heye, li ser pîroznameya xwînerekî soran bersivê dide balê dikişîne ser yekîtîya zimên. Celadet Elî Bedirxan di nivîsa xwe ya “Lehî”yê[7] de bal dikişîne ser yekbûnê û rêya felata welêt bi terzê ceribînê tîne ziman û van gotinên navdar dinivîse: “Kurd ji hev cuda dilopên baranê ne, cihê cihê tên daqurtandin. Ko gihane hev dibin lehî, lehîke boş, tu kes, tu tişt li ber wan nikare bisekine.”[8] “Ber Tevna Mehfurê” hîkayeke modern e ku Celadet Elî Bedirxan ew di hejmara 4an de weşandîye. Di hîkayeyê de kurd têra xwe wêrek lê bêtifaq tên nîşandan. Ji ber kêmbûna xwendayên kurdan tifaqa kurdan nebûye û ji ber hin bêbextîyan, serhildana kurdan têk çûye. Mêr û xor hatine kuştin, barê welêt maye li ser milên jin û zarokên sêwî. Rindê û Zizê jî du keçên sêwî ne ku li xerîbîyê di bin destên dagirkeran de di karê çêkirina mehfûran de dixebitin da ku birayê wan î biçûk Gefo karibe biçe dibistanê. Ev kar çiqas li wan zor bê jî armanceke wan ten heye, divê birayê wan xwenda be, zana be ku ji bo serxwebûn û avakirina dewleta kurdan xizmetê bike.

            Dr. Kamiran Elî Bedirxan hema bêje bi her cure nivîsên xwe yên edebî di Hawarê de cih girtîye. Di hejmara yekem de di nivîsa xwe ya “Edebiyata Welatî” de behsa edebîyata netewî dike, mînakan ji dunyayê dide û dibêje; ew miletên ku edîbên wan hez ji zimanê xwe nekirine û berê xwe dane zimanên din, di dawîyê de dîtîne ku her netewe her milet ewilî dikeve pey zimanê xwe yî zikmakî. Bi vî awayî, Dr. Kamiran hem şîretan hem jî gazindan dike, dixwaze edebîyatvanên kurd berê xwe bidin kurdî û hewl bidin edebîyata xwe bi kurdî ava bikin. Di hejmara duyem de nivîseke Dr. Kamiran Elî Bedirxanî ya bi navê “Du Egîd” heye ku mijara welatperwerî ye. Du şervanên kurd ên dîlketî welate xwe dixin pêşîya her tiştî û bimirin jî dixwazin li welatê xwe bimirin û hêvîya wan heye ku ew ê welatê wan rojekê azad bibe. Nivîsa wî ya “Lawikê Min” ya di hejmara 4an de dîsa bi heman mijarê hatîye hûnandin. Lawên Kurdistanê li ser rêya wan bavan in ku wan cane xwe li ser Kurdistanê dane.

Dr. Kamiran bi helbestên xwe, rengê edebîyatê di Hawarê de tîrtir kirîye. Dr. Kamiran Elî Bedirxan di hejmara yekem de beşek ji destana Memê Alan bi helbestkî bi navê “Xatirxwazîya Memî” weşandîye. Helbesta wî ya bi navê “Xanî” ku di hejmara duyem de hatîye çapkirin bi terzê medhîyeyê hatîye nivîsîn û pesnê Ehmedê Xanî tê dayîn. Di hejmara 3yan de di rûpela 8an de du helbestên Dr. Kamiran Elî Bedirxan hatine weşandin. “Ma Çiman Diçî” helbesteke kurt e ku xîtabî Ekrem Beg dike. Helbesta “Lavelav”ê jî bi terzê tevhîdê ye, behsa tekbûn û qudreta Xwedê dike. Di hejmara 4an jî helbesteke wî ya bi navê “Yekbûn û Yekîtîya Kurdî” heye ku kurdên li dunyayê belav bûne bi me dide nasîn, behsa tarîxa kurdan dike, kesayetên girîng ên kurdan dide nasîn û doza yekîtîtyê li kurdan dike.

            Qedrîcan di hejmara yekem de bi nivîsa xwe ya bi navê “Hawar Hebe Gazî Li Dû Ye” dixwaze hawarê bigihîne Osman Sebrî û wî vexwîne kovarê. Di nivîsa xwe de bi çîrokî tengasîya ku tê de ne tîne ziman û dîyar dike ku “Hawar” hêvî ye, xilasbûn e, jîn e… Bi helbesta di dawîya nivîsê de jî behsa rewşa kurdan ya xerab dike lê rêya rizgarîyê jî pê re nîşan dide. Qedrîcan di hejmara duyem de, di nivîsa “Gundê Nûava “ de Hawarê wekî gundekî ku nû hatîye avakirin nîşan dide û daxwazîya xwedîlêderketinê dike. Di hejmara 3yan de jî Silêman Beg Bedirxan bi me dide nasîn û helbesta wî ya li ser Kurdistanê bi me re parve dike.

            Osman Sebrî di hejmara duyem de bi helbesta xwe ya bi navê “Berdêlk”ê ve bersivê dide Qedrîcan. Diyar dike ku ew her di nav berxwedanê de bûye û ew ê xwe bigihîne vê hawarê jî ku dilê kurdan pê şa ye.

             Helbesta “Gotina Welat” ya di hejmara 4an de helbesteke Cegerxwîn e ku di vê helbestê de Cegerxwîn ji xwîner dixwaze guh nede nezmê/arûzê lê bila guh bide helbestvan bê çi dibêje/çi peyamê dide. Ango nîşaneyên modern di vê helbestê de hene.

            Di hejmara 4an de du helbestên din jî hene. Yek ji wan “Ey Kurdine Wuşyar Bibine”a Hacî Qadirê Koyî ye, ya din jî “Zerî Kubarê” ye ku ew di nav beşa fransî de ye û bê nav hatîye weşandin. Helbesta Hacî Qadirê Koyî helbesteke modern e û li ser meseleyên sîyasî bang kurdan dike, wan hişyar dike.

            Di hejmara 4an de nivîseke kurt ya Hevindê Sorî heye. Di vê nivîsê de Hacî Qadirê Koyî bi me dide nasîn. Nivîs bi soranî ye.

            Herwiha di Hawarê de ji bo edebîyata zarokan jî cih hatîye veqetandin. Di her sê hejmarên ewilî de di “Stûna Zarowan” de helbestên zarokan hatine weşandin. Di hemara 3yan de pexşanek heye ku behsa dibistanê dike ku ew hîtabî zarokan dike û dibistanê bi zarokan dide nasîn.

  • Buhar: Helbest e, behsa bihar û xwezayê dike. (h. 1, r.5)
  • Tola Welêt: Helbest e, behsa dîroka nêz ya kurdan dike. (h.2, r. 2)
  • Şeva We Xweş: Helbest e, bi terzê landikê ye (lorî). (h. 3, r. 3)
  • Dibistan: Pexşan e, behsa dibistanê dike. (h. 3, r. 7-8)

2.1.6. Folkor

            Kovara Hawarê, ne ku tenê li ser weşandinê sekinîye, herwiha hewleke xurt ji bo berhevkarîyê jî heye. Celadet Elî Bedirxan hê di hejmara yekem de banga berhevkarîye dike û dixwaze xwînerên Hawarê jê re keresteyên folklorê bişînin. Di her çar hejmarên ewilî de nivîsên rasterast li ser folklorê tune bin jî meriv tê derdixe ku zimanê nivîskarên Hawarê ne dûrî hêmanên folklorê ye. Herwiha têgihiştine ku folklor parçeyeke giring e ji bo avakirina neteweyekê.

2.1.7. Hawar û Xwîner

            Celadet Elî Bedirxan di serî de, di çarîna bi navê “Ji Xwendevanan Re” de dîyar dike ku Hawar ya xwîneran e û gazî wan dike ku beşdarî vê xebatê bibin. Hewleke Celadet Elî Bedirxan heye ku dixwaze xwîneran bike şirikê vê xebatê ku ew jî xwedî li kovarê derkevin. Di hejmara yekem de ji bilî vê çarînê du nivîsên din jî hene ku rasterast xîtabî xwîneran dikin. Di “Stûna Feqehan” de ji feqehên medreseyan dixwaze ku ew mijarên ku di medreseyan de nayên xwendin ji wî bipirsin ku ew jî bersivên xwe bi rêya kovarê ve bigihîne wan. Di nivîsa “Di Dora Dinyayê De” jî pêşagahîyekê dide ku ew di hejmarên bê de derheqê rûdanên cîhanî de serwext bikin. Bêguman, Celadet Elî Bedirxan bi van nivîsan xwestîye ku kovarake înteraktîv saz bike.

            Di hejmara duyem de em dibînin ku armanca Celadet Elî Bedirxan pêk hatîye û name ji kovarê re hatine. Di stûna feqehan de xwînerekî derbarê nexweşîya tayê de pirs kirine. Dr. Ehmed Nafiz jî bi zanistî bersiva xwîner daye, derbarê nexweşîyê de agahî dane, sebebên wê û gavên dermankirina wê bi hûrgilî rêz kirîye. Di hejmara 3yan de jî wek berdewama vê nivîsê di “Quncika Bijîşkî”yê de nivîseke din ya Dr. Ehmed Nafiz heye. Di vê nivîsê de jî behsa nexweşî û dermankirinê dike. Dîsa di hejmara 3yan de xwînerekî soran pîroznameyeke bi soranî ji kovarê re şandîye.

Encam

            Herçiqas ev xebat bi çar hejmarên ewilî sînordar be jî di nivîsên Hawarê de temayên zanîn, xwendin, hezkirin û girîngîya zimên, welatperwerî, azadkirina welêt, avakirina dewletê, hesreta welêt, bindestî, yekîtî û fedakarî li ber çav in. Hawarê li ser armancên dîyar weşana xwe kirîye û dî vê rêyê de bi her hejmareke din xurttir tevgerîyaye ku bigihe armanca xwe. Hewla zimanê hevpar bûye bingeha hewla yekîtîya neteweyî ya kurdan, angaşta kovarê heye ku bi zimên ew ê kurd ji nebûne ber bi hebûnê ve biajon û ev hebûn an jî xwebûn ew ê veguhere xwenasînê, xwenasîn jî şertê yekem e ku meriv karibe xwe bide nasîn.

            Celadet Elî Bedirxan ku nexşerêya xwe li gor zanînê, zanistê xêz kirîye, bi hişmendîyeke rewşenbîrî nêzî pirsgirêkan bûye û li gorî dewra modern çareserîyên rojane peyda kirîye. Bi pengava danîn û belavkirina alfabaye latînî, kurd ji bizavên rojavayî bêpar nemane, bî xêra pêşketinên edebî yên li Tirkîyeyê, kurdan jî edebîyata xwe ya modern ava kirine. Em mînakên vê sûd wergirtinê di Kovara Hawarê de dibînin. Ji bilî romanê her cure ji edebîyata modern di kovarê de cih girtîye.

            Dema meriv van xebatan hemûyan li gor wext û rewşa wê çaxê binirxîne meriv dibîne ku Celadet Elî Bedirxan dixwaze ewilî bi zanîn, ziman, wêje û folklorê kêmasîyên yekîtîyê ji holê rake û neteweya kurd li ser hîmên zexm bide avakirin. Kovara Hawarê bi avakar û nivîskarên xwe, çiqas di bin zext û zorê de mabe û zehmetî kişandibe jî rewşenbîrîyeke bixîret nîşan daye û welatperwerî û neteweperwerîya kurd bi serkeftî ava kiriye, rêya xwebûnê ji kurdan re vekirîye.

Xelîl Akgul


[1] Mihemed Bekir, Hawar 1-9, Hawar Förlaget, Sweden 1987, r. 7

[2] Süleyman Çetin, Kovara Hawarê û Bandora Wê Ya Li Ser Zimanê Kurdî, Teza Lîsansa Bilind, Wan 2016, r.48

[3] Mihemed Bekir, Hawar 1-9, Hawar Förlaget, Sweden 1987, r. 7

[4] Hawar, h. 1, r. 1

[5] Hawar, h. 1, r. 1

[6] Hawar, h. 3, r. 2

[7] Hawar, h.2, r.2-3

[8] Hawar, h. 2, r. 3

Nîşe: Ev nivîs wekî sparteka dersê hatîye amadekirin.

Beş:Ziman - Wêje

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *