Skip to content

Bandora Zimên Li Ser Avanîya Hişî û Çandê: Ziman Çawa Avanîya Hişê Me Diguherîne? – Fatih Birinci

Bakur Li Kîjan Hêlê Ye?

Aniha ji we bipirsim bê “Li hêla we ya çepê çi heye?”, hûn ê ji ber xwe ve bibersivînin an jî hûn ê serê xwe bizîvirînin û li wê helê binêrin. Lêbelê ez bipirsim bê “Li bakurrojavayê we çi heye?”, ew ê serê we hinekî tevlîhev bibe û hûn ê li ser bersivê bifikirin. Belkî hûn bibêjin ev pirs pirseke eletewş ya lîstoka aqilan e. Belê, ma ne vaye îfadeyên eşkere û teqez wekî “çep û rastê mirov” hene îja çima em bakur û başûr tev li meseleyê dikin?

Ma bi rastî jî wiha ye? Çep û rast têgehên eşkere û teqez in? Li Awistralyayê, li cem Pormpuraawan -civakeke aborjîn e- têgehên çep û rastê tune ne. Ji dêvla wan, di zimanê wan de hin peyv hene ku li gorî cihê (pozîsyon) rojê, hêlan dîyar dikin. Û ev ne taybetîyeke vê civakê tenê ye. Li gorî Lera Boroditsky (2001) ya ji Zanîngeha Kalîfornîyayê, di nav zimanên dinyayê de ji her sê zimanan yek ji wan ne xwedî îfadeyên îzafî (guherbar) ye lê xwedî îfadeyên teqez (mutleq) e. Mirovên ku zimanên wiha bi kar tînin, hertim dizanin bê aniha roj li ku ye – di kîjan pozîsyonê de ye- an jî dizanin bê bakur kîjan hêl e û çawa ku em bi çep û rastê xwe dizanin ew jî wekî me bihêsanî û bilez hêlan dîyar dikin. Lê li ba me, heger hûn ji mirovên ku bi salan e di heman xanî de dimînin pirsa hêla bakur bikin dibe ku piranîya wan, bersiva rast nedin jî.

Lera Boroditsky li ser vê mijarê wiha dibêje:

“Kesên ku bi berdewamî perwerdehîya zimanên wiha dîtine, çi wext be jî dizanin bê li ku derê ne û ber bi ku derê ve diçin.”

Li gorî Levinson (1997) di zimanê Guugu Yimithirr de -yek ji zimanên xwecihên Awistralyayê ye- li ser sifreya nên mirov dikare ji kesên li hemberî xwe bibêje “Ji kerema xwe re xwêdanka li başûr bide min”. Lê nikare bibêje “yek li pêş (ber) darê sekinîye”. Di vî zîmanî de divê mirov bibêje “yek li rojhilatê darê sekinîye”. Bi me çiqas ecêb bê jî ev şêwe laye-nêrîn, laye-nêrîneke teqeztir û objektîftir (camidî) e. Ji ber ku “rojhilatê darê” têgeheke teqez e. Lê “pêşîya (ber) darê” li gorî kesên ku li hêla din a darê sekînî ne dibe “paşîya (pişt) darê”. Di zimanên wekî ên me de, cihnîşan zêdetir li gorî kirdeyê (subje) tê dîyarkirin, ne li gorî tespîtên hevpar û teqez ên erdnîgarîyê.

Muduruku qebîleyeke xwecih ji Brezîlyayê ye, kesên ji vê çandê, herî zêde dikarin heta 5an bihejmêrin, ji bo mîqtarên di ser 5an re dibêjin “pir”.

Mirovên ku bi zimanê zuñî diaxivin jî li zimanê me diheyirin û dibêjin çima ew ji bo rengên pirteqalî û zer re du peyvên cuda bi kar tînin, ji ber ku di zimanê wan de ji bo herdu rengan tenê peyvek heye.

Di zimanê danî yê Gîneya Nû de ji bo hemû rengan tenê du peyv (tarî û vekirî) hene.

Herwiha, li Rûsyayê jî ezman ne şîn e. Yanî ne ew şîn e yê ku em pê dizanin. Ji ber ku di rûsî de peyveke beramberî wî şînî tune ku em têdigihên. Ji dêvla wî, ji şînê vekirî re dibêjin “goluboy” û ji şînê tarî re jî dibêjin “siniy”. Li gorî wan, ev herdu peyv ne tonên rengan lê du rengên cuda nîşan dikin.

Bandora Zimên Li Ser Têgihiştinê

Bergî yek peyva me ku em ji bo tona sereke yê şînê bi kar tînin, hebûna du peyvên rûsan gelo dibe sebeba ku ew ji me “baştir” ji rengê şîn têdigihên?

Dixuye ku rewş eynî wisa ye. Winawer (2007) û hevalên xwe di lêkolîneke xwe de ji mirovên miletên cuda pirs kirine bê ev tona şîn yê li hemberî wan û ji van herdu tonên şîn yên li jêr kîjan ji sedî sed wekhev in.

Ji herdu tonên şîn yên li jêr kîjanî wekî ya li jor e?

Ji herdu tonên şîn yên li jêr kîjanî wekî ya li jor e?

Çavkanî: PNAS (https://www.pnas.org/content/104/19/7780)

Ev pirs bi 20 tonên rengê şîn yên li jêr hate tekrarkirin?

Tonên rengê şîn yên di lêkolînê de hatine bikaranîn.

Çavkanî: PNAS (https://www.pnas.org/content/104/19/7780)

Weke mînak, çargoşeyeke bi rengê 12yê li jor hate bicîhkirin, li jêr jî du çargoşeyên din hatin bicîhkirin ku yek jê eynî wek rengê jor (rengê 12yê) e û ya din jî toneke din ya rengê şîn e û ji beşdarên lêkolînê xwestine ku tê derxin bê kîjan reng wekhev in.

Yên rûs li gorî yên ji miletên din bi ferqeke mezin serkeftîtir bûn. Wate, berfirehîya gencîneya peyvên me yên hişyarker ên cîhana derve dibe ku dihêle em bi awayekî hûrgilîtir û rasttir serwextî vê dinyayê bibin.

Li gorî aborînasê kiryarî Keith Chen (2012), hebûn an jî tunebûna “dema bê” ya di zimanekî de helwesta dema bê ya wan mirovên diguherîne. Di zimanê Kalaallisut yê eskîmoyan de, di zimanê Mundari yê hindîyan de, di endonezî de, di fînî de, di çînî û gelek zimanên din de dema bê tune ye. Li gorî daneyên lêkolîna Keith Chen ya ku bi çînîaxêvan re kirîye:

“Mirovên ku di zimanê wan de dema bê tune li gorî rêjeya mirovên ku di zimanê wan de dema bê heye ji sedî sîh meyla wan a teserûfê (sexbêrî) zêdetir e. Herwiha, mirovên ku di zimanê wan de dema bê tune ji bo malnişînîya xwe, nîvekî ji sedî bîst û pênc zêdetir pereyan didin ser hev. Ji ber ku gava di zimanekî de dema bê hebe, dahatû ji me re weke rastîyeke dûrtir xuya dike. Lê wexta di zimên de raweya dema bê tune be mirov dahatûyê weke têgeheke nêztirî xwe seh dike.”

Di lêkolîneke Genter û hewalên wî (2013) de jî şîyana têgihiştina dûreyî (geometrîk) (eng: spatial, tr:uzamsal) ya zarokên ku kerr ji dayik bûne bi zarokên din re dane ber hev û dîtine ku ev zarokên kerr li gorî rewşa ku tê de ne û derbarê oryantasyonê de ji zarokên din kêm û netêrdar in. Wate, nebûna peyvên têkîldarî têgehên dûreyî, banodereke neyînî li werara têgihiştina dûreyî dike. Mehrûmîya zimên dibe sebeba kêmasîya ramanî.

Çîroka honaka zanistî ya Ted Chiang a bi navê “Story of Your Life” (1998) ku têra xwe xelatgir e , behsa fezayîyên hatî dinyayê dike (Fîlmê Arrival li ser bingeha vê çîrokê hatîye çêkirin). Heft çavên van fezayîyan hene û dikarin bi awayekî bazineyî (çemberî) dinyayê bibînin. Di zimanê wan de dem tune, zimanê wan ê nivîskî bazineyî ye, têgihiştin û herikîna ramîna wan ne rasteyî (lineer) ye. Piştî demekê eşkere dibe ku hayê van candaran ji dahatûyê jî heye, dizanin bê dê çi biqewime.

Zimanê Heptapod B, Arrival (2016)

Zimanê Heptapod B, Arrival (2016)

Çavkanî: https://brand-new-life.org/b-n-l/learning-from-time/

Zimannasa di çîrokê de, her ku hînî zimanê van fezayîyan dibe, têgihiştina wê ya demê dişibe ya wan û piştî wextekî êdî dahatû jî “tê bîra” wê. Di vê çîrokê de jî bi hêmanên honaka zanistî yên di cî de li ser zimên sekinîne ku bandoreke xurt li avanîya hişî dike.

Wexta Em Bi Zimanekî Biyanî Biaxivin Kesayetîya Me Diguhere?

Heger zimanê ku em pê diaxivin laye-nêrînên me diguherîne, ku em bi zimanekî din biaxivin gelo em ê bi nêrîneke/çavekî din li bûyeran binêrin?

Sosyolînguîst Susan Ervin, di sala 1964an de li ser fransîyên ku li DYAyê dijîn û herikbar bi du zimanan diaxivin (duziman, bilingual) lêkolînek kir. Ervin, hin xêzî (rism) nîşanî beşdaran da û ji wan xwest ku li ser van xêzîyan çîrokeke 3 deqeyî bihûnin. Beşdaran di hin danişînan de îngîlîzî, di hinan de jî fransî bi kar anî. Encama lêkolînê balkêş bû. Di danişînên bi îngîlîzî de, beşdaran di çîrokên xwe de zêdetir hêmanên êrîşbazîya fîzîkî, performansa/biserketina jinê, xwejitawanbarîyêdûrxistin û êrîşbazîya devkî li hember dêûbavan bi kar anî. Lê di danişînên bi fransî de, zêdetir hêmanên hestên tawandarî, îtaeta li hember mezinan û êrîşbazîya devkî li hember hemsalên xwe bi kar anî. Li gorî zimanê ku bi kar dianîn şêweya ramîna beşdaran diguherî.

Grosjean (2010) di pirtûka xwe ya bi navê “Bilingual – Life and Reality” de ji kesên duziman pirsîye bê wexta bi du zimanên cuda diaxivin xwe cuda his dikin an na, ji wan çend bersiv ev in:

Duziman 1:

“Wexta ez di nav Anglo-Amerîkayîyan de bim ez xwe bêkêr hîs dikim, zû bi zû peyv nayên ser zimanê min. Lê wexta ez di nav spanîaxêvan de bim ez fedîyokî nabim, xwe zîrektir, hevalane û mirovhez (sosyal) hîs dikim.”

Duziman 2:

“Wexta bi îngîlîzî diaxivim ez kubartir û rehettir im, ez timî dibêjim “ji kerema xwe re” û “biborîne”. Lê wexta bi yûnanî diaxivim ez bileztir diaxivim, diheman demê de ez xemgîn û qebe dibim.”

Duziman 3:

“Wexta bi rûsî diaxivim ez xwe kubartir û nermttir hîs dikim. Lê wexta bi îngîlîzî diaxivim ez hişktir û cîdîtir im.”

Susan Ervin-Tripp di lêkolîneke din de (1964) hin hevokên netemam dane jinên japon yên amerîkayî û ji wan xwestîye ku hevokan temam bikin. Wexta hevok bi japonî hatine temamkirin dîtîye ku ji zimanê îngîlîzî cuda têne temamkirin. Wekî nimûne; yek ji beşdaran ev hevoka netamam “Ku daxwazên min û daxwazên malbata min li dijî hev bin…” ku bi japonî be wiha; “ez zêde xemgîn dibim” lê ku bi îngîlîzî be wiha; “ez bi ya xwe dikim” temam kirîye.

David Luna di sala 2008an de lêkolînek kir. Hin wêneyên jinan nîşanî beşdarinan da ku wan beşdaran hemûyan bi awayekî herikbar spanî û îngîlîzî bi kar dianî, ji wan xwest ku derbarê van jinan de şîroveyên ferazî bikin. Danişîna yekem bi spanî hat lidarxisitin. Beşdaran, ji bo van jinan şîroveyên wekî serbixwe, xwebesatî (têra xwe hebûn) û ekstrovert (dışa dönük) kirin. Piştî şeş mehan dema ku bi heman beşdaran re danişîneke îngîlîzî hat lidarxistin, beşdaran ji bo van jinan wiha got; kesayetên tradîsyonel, bendewar (girêdayî) û malbatperest in.

Gotineke pêşîyên çekan dibêje; “Yên zimanekî nû hîn dibin, dibin xwedî rihekî nû.” Em dibînin ku lêkolînên li ser mijarê jî vê gotinê piştrast dikin.

Hîpoteza Sapir-Whorf

Fîlozof Ludwig Wittgenstein dibêje sînorê zimên sînorê ramanê dîyar dike. Li gorî wî, peyvên ku em hildibijêrin laye-nêrîna me ya dinyayê (nêrîna me ya li dinyayê) dîyar dikin û dinyaya me wiha dibe xwedî wate. Rastî (heqîqet), bi şiklê ku em li ser diaxivin dişêwe û diruv werdigire.

Di salên 1940î de zimanzanekî bi navê Benjamin Lee Whorf, li ser zimanê Hopi lêkolîn kirîye ku ev ziman li bakurrojhilatê Arîzonayê tê axaftin, di navbera vî zimanî û îngîlîzî de ferqeke mezin a têgehkirinê (kavramsallaştırma) dîtîye. Whorf, ev xebata xwe bi mamosteyê xwe Sapir re berfirehtir kirîye û bi hev re gihiştinê wê encamê ku zimanê pê tê axaftin bi awayekî girîng bandorê li lay-nêrîna şexs dike û wê diguherîne. Li gorî vê hîpoteza ku bi navê herdu lêkoleran tê zanîn “Hîpoteza Sapir-Whorf”, peyv û avanîya gramerê ya zimanê pê tê axaftin bandoreke mezin li avanîya hişî û çandê dike. Whorf, vê hîpotezê wiha kurt dike:

“Zimanê me dîyar dike bê em ê çawa biramin, li çi biramin û derbarê çi de biramin.”

Di Hîpoteza Sapir-Whorf de, ewilî hatîye îfadekirin ku ziman, avanîya hişî û çanda mirov ava dike. Ji vê re “Determînîzma Zimannasîyî” tê gotin. Lê her ku hîpotez kemilî, îfade nerm bû û gotin[1]: “Ziman bandoreke mezin li şêweya têgihiştina jiyanê ya kesan û çanda wan dike.”

Hevbandorîya di navbera zimên, çand û avanîya hişî de.

Hevbandorîya di navbera zimên, çand û avanîya hişî de.

Di dîroka mirovahîyê de cihê zimên gelek girîng e. Dîrokê rasterast bi zimên dest pê kirîye. Çand, bi xêra fonksîyona veguhastinê ya zimên dijî.

Erka bingehîn ya zimên, ji hişekî ber bi hişekî din veguhastina ramanê ye. Lewma, tiştên tên ser zimanê me avanîya hişê me ne. Bo nimûne, li gorî terapîya kognîtîv (bilişsel terapî) hest û reftarên me ji alîyê dîyalogên me yên hundirîn ve tên avakirin. Ji ber vê yekê, heger em bixwazin hest û reftarên xwe biguherînin divê ewilî em axaftinên hundirê xwe biguherînin. Armanca terapîya kognîtîv jî ev e.

Bi kurt û kurmancî, ziman berhemeke çandê ye û hilgirê avanîya hişî ye. Herwiha, bi awayekî girîng bandorê li van herdu têgehan dike.

Îfadeyên Cuda Yên Heman Zimanî

Mesele tenê bi cudahîyên di navbera zimanên cuda de safî nabe. Em dizanin ku mirovên heman zimanî bi kar tînin jî li gorî bikaranîna zimên ji hev cuda dibin. Bo nimûne; şêweya tarîfkirina xanîyekî ya mîmaran ji şêweya tarîfkirina milkfiroşan gelek cuda ye. Nêzîkbûna gîtarîstekê ya li strana ku guhdar dike gelekî cuda ye ji nêzikbûna kesa ku heman stranê di ber karê xwe re guhdar dike. Li hemberî bûyer, rewş an jî tiştekî dîyar, şêweya derbirînê (îfadekirin) ya zarok û mezin, pispor û yên ji rêzê, dewlemend û feqîr, mirovên ji îdeolojîyên cuda û hww li gorî gelek beşên civakê dibe ku biguhere. Axirê, zimanê pê tê axaftin bi awayekî girîng tesîrê ji avanîya hişî ya axêver werdigire.

Zimanê tê bikaranîn ji hêla çendanîyê ve jî cuda dibe. Mirovên perwerdekirî li gorî yên ku perwerdehîya zimanê devkî û nivîskî nestendiye; yên temen mezin li gorî ciwanan zêdetir peyvan bi kar tînin. (Brysbaert û hev., 2016)

Di lêkolînekê de 14.000 nivîs hatine vekolîn û hatîye dîtîn ku jinan zêdetir behsa pêvajoyên psîkolojîk û civakî kirîye, mêran jî behsa diyardeyên derveyî û objektîf (camidî) kirîye[2]. (Newman û hev., 2008)

Bi kurtasî, pirî caran ji îfadeyên nivîskî an jî devkî yên mirovan, kesek dikare derbarê kesayetîya wan de tiştên piştrast hîn bibe. Şêweya bikaranîna zimên derbirîna çand û hiş e.

Sermeselê, em çend mînakan bidin ku tim di rojevê de ne:

Li şûna îfadeya “Bayan”ê bikaranîna îfadeya “Kadın”ê.

Jihevcudanivîsîna “-de”ya di wateya “jî”yê û “-ki”ya gihanek.

Li şûna “Çîngene”yê gotina “Roman”ê.

Nivîsîna “aq”yê li dawîya hevokê.

Li şûna “Zencî”yê gotina “Reşik”ê[3].

Li şûna “Bilim Adamı” gotina “Bilim İnsanı”yê.

Zêdetir mînakên wekî li jor hene ku wexta ew îfadeyên dîyar tên bikaranîn, em derbarê daneheva çandî û meyla sîyasî de dibin xwedî agahî.

Tê fikirîn ku “nehiştina” bikaranina van peyvan tesîreke erênî li çareserîya pirsiyara wê mijarê dike. Bo nimûne, ji mirovekî tê xwestin ku li şûna peyva “bayan”ê peyva “kadın”ê bi kar bîne, li gorî ew kesê xwedî angaşt heger ev mirov edî peyva “kadın”ê bi kar bîne, êdî ew ji alîyê hişî ve li cihekî rasttir e. Nimûneyeke din; tê gotin ku gotina “Roman”ê baştir/rasttir e meriv ji bo wan bi kar bîne yên ku e wekî “Çingene” hatine danasîn, lewma divê meriv ji wan re bêje “Roman”. Wate, guherîna zimanê ku tê bikaranîn wekî hêmaneke girîng ji bo guherîna laye-nêrîneke dîyar tê hesabkirin.

Divê em bala xwe bidinê bê bi van hewldanên wiha yên wekî “Rastgoyîya Polîtîk[4]” çi tê armanckirin. Bi piranî, tê qebûlkirin ku laye-nêrînên mirovan bi xêra çandê dirûv digire û ev jî xwe dîsa li zimên (ziman jî berhemeke çandê ye) diteyîsîne. Lê di van hewldanan de, xuya ye ku bandoreke berevajî tê armanckirin. Wate, tê derpêşkirin ku ziman biguhere dê laye-nêrîn û çand jî bi awayekî girîng biguherin.

Li ser rûyê erdê nêzî 7000 ziman tên axaftin. Lewma Boroditsky dibêje li ser rûyê erde nêzî 7000 gerdûnên kognîtîv hene. Heger em cudahîyên bikaranînê ya di navbera heman zimanî de jî bihesibînin ew ê bêhed gerdûnên kognîtîv derkevin holê. Em gerdûna xwe ya fîzîkî li gorî gerdûna xwe ya kognîtîv têdigihên û şîrove dikin. Ev pêvajo jî bivênevê bi çand û zimanê me ve têkildar e. Avanîya hişî û çanda me li zimanê me diteyîsin. Lê divê neyê jibîrkirin ku şêweya bikaranîna zimên dikare me biguherîne, cudahîyên bikaranîna girseyî ya di zimên de jî dikare çandê biguherîne. Heger em zimanê xwe/zimanan baş bi kar bînin ew ê di hewldana me ya biwatekirina jiyanê de laye-nêrînên hêja li me û li çanda me zêde bike.

Çavkanî:

  1. L. Boroditsky. (2001). Does Language Shape Thought? Mandarin And English Speakers’ Conceptions Of Time. Cognitive Psychology, sf: 1-22. | Arşiv Bağlantısı
  2. S. Levinson. (1997). Language And Cognition: The Cognitive Consequences Of Spatial Description In Guugu Yimithirr. Journal of Linguistic Anthropology, sf: 98-131. | Arşiv Bağlantısı
  3. J. Winawer, et al. (2007). The Russian Blues Reveal Effects Of Language On Color Discrimination. Proceedings of the National Academy of Sciences of the United States of America, sf: 7780-7785. | Arşiv Bağlantısı
  4. M. Chen. (2012). The Effect Of Language On Economic Behavior: Evidence From Savings Rates, Health Behaviors, And Retirement Assets. American Economic Review, sf: 690-731. | Arşiv Bağlantısı
  5. S. Ervin. (1964). Language And Tat Content In Bilinguals. The Journal of Abnormal and Social Psychology, sf: 86-102. | Arşiv Bağlantısı
  6. S. Ervin. (1964). An Analysis Of The Interaction Of Language, Topic, And Listener. The Ethnography of Communication, American Anthropologist özel sayısı, sf: 86-102. | Arşiv Bağlantısı
  7. F. Grosjean. (2010). Bilingual: Life And Reality. ISBN: 978-0674066137. Yayınevi: Harvard University Press.
  8. M. Brysbaert, et al. (2016). How Many Words Do We Know? Practical Estimates Of Vocabulary Size Dependent On Word Definition, The Degree Of Language Input And The Participant’s Age. Frontiers in Psychology, sf: 1116. | Arşiv Bağlantısı
  9. M. I. Newman, et al. (2008). Gender Differences In Language Use: An Analysis Of 14,000 Text Samples. Discourse Processes, sf: 211-236. | Arşiv Bağlantısı
  10. Luna, et al. (2008). One Individual, Two Identities: Frame Switching Among Biculturals. Journal of Consumer Research, sf: 279-293. | Arşiv Bağlantısı
  11. D. Gentner, et al. (2013). Spatial Language Facilitates Spatial Cognition: Evidence From Children Who Lack Language Input. Cognition, sf: 318-330. | Arşiv Bağlantısı

[1] Beşeke mezin ji agahîyên derbarê qebîleya hopîyan ku ji bo Hîpoteza Sapir-Whorf bûbûn çavkanî, nehatin piştrastkirin. Lewma tê gotin ku versîyona hişk ya hîpotezê ji ber vê sebebê nerm bûye.

[2] Ligel ku di mijar û pevajoya axaftinê de jin û mêr behsa tiştên cuda kiribin jî ew qenaeta giştî ya ku dibêjin “jin bêtir diaxivin” bi awayekî girîng hatîye pûçkirin.

[3] Ligel ku hê jî di zimanê me de îfadeyeke net tune be jî, di dîrokê de ji wan kesan re gotine “Nigger”, “Negro”, “Colored”, “Black” ku ew bi keştîyan ji Afrîkayê anîne DYAyê. Lê di roja me de bi wateya “Amerîkayîyên Afrîkî” îfadeya “African American” tê gotin.

[4] Rastgoyîya Polîtîk: Wexta meriv derbarê wan koman de diaxive yên ku ji hêla civakî ve bidezavantaj in, meriv lê miqate dibe ku hin îfadeyên dîkekirin an jî dilhiştinê bi kar neyîne.

Gotara resen: https://evrimagaci.org/dilin-zihin-yapisi-ve-kultur-uzerindeki-etkileri-dil-zihin-yapimizi-nasil-degistiriyor-7755

Nîşe: Min ev gotar ji tirkî wergerand kurmancî da ku di derseke kurdî de pêşkêş bikim.

Beş:Werger

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *