Skip to content

Berate

Zarokekî yazdeh salî bûm, hê mamoste nepirsîbû ka ev nivîsa polîtîk ya cezayê wê ji sê sal û neh mehan destpê dike bê kê li textê reş nivîsiye, hevalê min bi tilîya xwe ez nîşan kiribûm jî. Ez wê rojê hîn bûm ku divê mirov bawerîya xwe bi her kesî neyîne. Dû re, ez fêr bûm ku ji bo naskirina hevalan divê pêşî mirov ji wan bawer bike.

Rojeke înîyê bû, xayintîyê xwe bi min dabû naskirin. Azandina melê ya bi dengê bilind bi rûbarîketina şîdeta mamosteyî ve trajedîyê tîrtir dikir û êşa Rojhilata Navîn ya bê demokrasî hebûna xwe diyar dikir. Erê min derbeyek giran xwaribû û dinya li ber çavên min reş bibû lê ez hê têkneçûbûm. Piştî çend saetan, min dîroka xwe ya bi zilm û xayintîyê ve hatiye nivîsandin ji bîr kiribû jî. Weki bav û kalan kiriye min jî şîn û lawijên xwe kirin govend û çîrok û heya fermaneke din bê kurdbûyîna xwe ji bîr kir.

Piştî dibistan belav bû me biryara lîstina bi xaran da û li erdekî beyar, di bin tava tûj ya Qoserê de em ketin ser xaran. Ne ku ji ber moralê min ne li cih bû, ji xwe ez di lîstika xaran de ne jêhatî bûm di hundirê çend deqeyan de hemû xarên min ji min birin. Ji xwe ew xar jî ne yên min bûn. Min ji birayê xwe yê mezin dizîbûn. Birayê min di mijara xaran de jêhatî bû û ewqas pir xarên wî hebûn ku êdî pîvana xaran ne bi heban bi goreyan bû. Xarên xwe dixist goreyan û vedişart lê di veşartinê de ne bi qasî lîstina xaran jêhatî bû.

Bi xelasbûna xarên min, hevalan wek nobedar ez li ber çenteyan hiştim û lîstika xwe domandin. Piştî maweyekê, heval ji min pir dûr ketin û ez li wê erda beyar bi tena sere xwe û di bêdengiyekê de mam. Ew tenêtî û bêdengî ne bi awayekî ji rêzê bû, nizanim bê ji serpêhatîyên wê rojê bûn an jî ji hewaya Qoserê bû lê ez pê bawerim heger mirov deh deqeyan di wê tenêtî û bêdengîyê de bimana dê ronîbûnek zelal bijîya.

Dema çavê min li berateya mirîşka spî ket hê deh deqîqe nebibû. Mirîşka reben ka ji ber çi miribû min nizanibû lê xuyabû zedêtirî deh deqîqeyan e li vê erda beyar di vê germa kelakelî de dirêjkirî bû. Min li derdora xwe nêrî ku haya kesekî ne li ser min e hema min bi çîpilê mirîşkê girt û xist çenteyê hevalekî xwe. Maweyekê ez bê hişê xwe mabûm. Bi dengê hevalan hatim ser xwe. Lîstik qedîya bû, dema belavbûnê hatibû. Evdirehman jî rahişt çenteyê xwe, li pişta xwe kir û meşiya. Nizanim bê ez çiqasî li wir sekinîm û min li çûna Evdirehman temaşe kir. Çaxa ez têgihiştim ku min bîska din çi kiriye, çogên min fisîyan. Min his kir êdî deh deqîqe bûye. Hebûna min, hebûna mirovan, hebûna hemû candaran, hebûna dinyayê, çima, çawa, kê, kengî, min hemû pirs ji xwe pirsîn û li bersivên wan digeriyam. Di dawîyê de ez wekî Ademê ku pirsa “Çima te sêva xwarina wê qedexe ye xwar?” jê re hatibe pirsîn mabûm. Wê demê poşmanî bi min re tunebû. Min dikaribû bangî wî bikira û meseleyê jê re bigota. Lê min negot. Ez ne dilrehet bûm jî. Hevalê Evdirehmanî pê bihise gelo dê min efû bike an jî weki ku bihişt li Adem herimî dê dinya jî li min biherime?

Jixwe, ez poşman bibûma jî min mala Evdirehman nizanibû û êdî min nikaribû qedera wî biguheranda. Spartekên me hebûn. Dê Evdirehmanî ji bo çêkirina spartekan çenteyê xwe vekira, berateya mirîşkê bidîta û wê pê zanibûna min henekek nexweş lê kiriye. Baş e ku ronîbûna zarokan zû diqede. Dema ez li birçîbûna xwe hay bûm diroka ez heya wê gavê jîyîbûm wekî bi parîkek nanê tenûrê û bacaneke sor ve hatibû guhertin, bê raborî min xwe berda sikakan. Dawiya hefteyê bû, du rojan dibistan girtî bû. 

Roja duşemê dema gihiştim ber derîyê dibistanê hevalê Evdirehmanî kêrek wekî hêbetkê di dest de li benda min bû. Ka ku dê û bavê wî têra wî lêxistibûn an jî ji bêxewîyê bû nizanim lê herdu çavên wî jî sor wekî xwînê bûn. Ne tiştek digot ne jî tiştek dikir. Min çawa ku wî dîtibû meseleya di navbera me wekî şerîda fîlman li ber çavên min derbas bibû. Min teralîya wî ji bîr kiribû, spartekên xwe çênekiribû. Bi çavên şilî ez li ber wî sekinîm. Kêra di destê wî de ji hişê min derketibû. Bi nêrînên lêborînxwestinê ez li bendê bûm ku xeberan ji min re bide, li min bixe an jî min efû bike. Nizanim bê çiqasî em wer bê tevger man lê dema ez dîsa lê kêrê hay bûm min kêr ji destê wî derxist û sîleyek lê da. Ew sîle jî wî neanî ser hişê wî. Hilweşiya bû. Wê gavê min fêhm kir ku berateya henekan jiyana wî ser û bin kiriye.

Li gor ku ji mamosteyê me û ji hevalan re gotibû rêwîtîya berateya mirîşka me wiha derbas bibû: Êvara înîyê ku gihiştiye malê çenteyê xwe yê berate tê de bi paş derîyê odeya xwe daleqandîyê û wê şevê bê pirsgirêk derbas kirine. Lê roja din ji ber ku hundir germ e bêhna berateyê li hundir belav bûye. Pêşî, gotine qey di hundir de li cihekî mişk miriye û ev bêhn ya ew mişkê mirî ye. Her der sax kirine, li mişkê mirî geriyane lê çavkanîya bêhna berateyê nedîtine. Şeva şemîyê bêhn ewqas tîr û tûj bûye ku neçar mane li derve rakevin. Di wê tevgerê de spartekên Evdirehmanî nehatine bîra wî an jî hatiyê bîra wî lê dibe ku di ber xwe de gotibe; “Ma ev dem dema çêkirina spartekan e, em belaya li ser serê xwe hal bikin dawîyê ez ê spartekên xwe çêkim.”  Heger devê çenteyê xwe vekira dê ev îşkence bi dawî bibûna. Lê venekeribû. Roja yekşemê hemû alavên di hundirê malê de derxistine derve. Çenteyê berate tê de jî derxistine û li hundir paqijiyek baş kirine. Dîtine ku êdî bêhn ji hundir nayê, ew alavên ku li dervê ne kişandine hundir. Lê piştî çend saeten dîsa ew bêhna pîs hundir tije kiriye. Neçar dîsa li derve raketine. Evdirehmanî hê jî devê çenteyê xwe venekiriye.

Sibeha duşemê êdî çenteyê xwe vedike ku li gor bernameya hefteyî ya dibistanê pirtûk û lênûskên xwe sererast bike. Bi vekirina devê çenteyî berateya mirîşkê bandora Medûsa li ser wî çêdike. Evdirehmanî maweyeke wekî kevirekî, li cih sekinandî dimîne. Gava ji kevirbûne xelas dibe, xwîn dîsa di laşê wî de germ dibe û digere. Vê neqlê dora wî ya ronîbûnê bû. Di hundirê çend çirkan de vegeriyabû roja înîyê, derketina me ya ji dibistanê, lîstîna xaran, nobedarîya min, hatina wî ya malê, bêhna ku poz li wan hilweşandibû, neçarî… Berî ku ronîbûna wî biqede ez his dikim ku ji ber fêhmkirina meseleyê û safîkirina çavkanîya behnê, bişirînekê xwe li ser rûyê wî vedaye. Lê belê xuya bû ku ev bişirîn pir nedomandiye.

Ew çend saet bûn ez ji jiyanê û ji rastîya jiyanê veqetîyabûm. Min nedixwest ku ez li ser vê mijarê bifikirim da ku ez wê wekî nehatiye jiyîn bihesibînim. Min dikaribû her tişt ji holê rakirina ji bilî ez, Evdirahmanî û berateya mirîşkê. Li wê erda beyar ya Qoserê di nav herîyeke ku pêlavan dadiqurtîne ez, Evdirehmanî û berateya mirîşkê wekî sehneya filmê “The Good, the Bad and the Ugly”* li hemberî hev in. Mixabin, di sehneya me de yê nebaş sax dima. Yê nebaş ez bûm û berî ez wan bikujim min nehiştibû xwe biparêzin jî.

Bi şîmaqa mamoste ez ji wan xeyalan xelas bûm dîsa bi jiyanê ve hatim girêdan. Belê mamoste li min xistibû lê di bin simbêlan de jî dikeniya. Dawîyê hayê me jê çêbû ku trajedîya me bûye pêkenîya mirovan. Mamoste û hevalên hayê wan ji meseleyê hebû li civatan yek kiribûn sed û çîroka me li devê Qoserîyan kiribûn benîşt. Piştî çend salan min carekê bihîst ku xwendekarekî li dibistanê di ezmûna kompozîsyonê de behsa vê bûyerê kiribû û sed pûan standibû.

*The Good, the Bad and the Ugly: Fîlmekî di 1966an de hatiye çêkirin. Derhênerê wî Sergio Leone e.

Nîşe: Ev nivîs ewilî di hejmara 6emîn a Kovara Laserê de li ser navê ahûra hatîye weşandin.

Beş:Çîrok & Ceribîn

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *