Skip to content

Em Baş Dizanin Bimirin

Wexta min bihîstibû ku cîrana me bi ecelê xwe miriye, bişirîneke bêwate hatibû li ser rûye min vedabû. Ew bişirîn bûbû sedema ez ji cihê sersaxîyê bêm qewirandin.

Salên nodan, emir duwazdeh an sêzdeh me ji çalakîyekê baz dida yeka din, rê dibirî û kontrola nasnameyan dikir. Hergav yek dihat kuştin. Di şevên Qoserê yên bêceryan de me di bin lihêf û betanîyan de li dora sobeya mazotê guhdarî wan çîrokên mirinê dikir. Ê li ser cadê, ê li malê, ê ji alîyê MÎTê an TÎMan ve di îşkenceyê de, timî mirov dihatin kuştin.

Min ewqasî zêde çîrokên mirinê bihîstibû ku mirina cîrana me ya bi ecel bi min ecêb û komîk hatibû, mirina wê nedişibîya ew çîrokên mîn heya wê demê bihîstibû. Nediket serê min ku hema di cî de bixwe miribe. Li tu senaryoyan nedihat, mirineke bê çîrok.

Min her cure mirina kurdan bihîstîye, dîtîye ez dibêm qey a herî kêm ecel e. Mirina zarokan ya ku panzêr wan dieciqîne; di nav wan tekerên hêbet de parîparîbûn, her zarok nikare bi vî awayî bimire. Bila îstatîstîkên mirina di bin tekerên meşîneyên leşkerî de bên eşkerekirin, ew ji sedî sed kurd in.

Mirineke me ya “Biewle” heye ku tu ji yekî biyanî re bibêjî ew ê qet ji te bawer neke. Ew şêwe mirin jî jixwe nabe para her kesî, ew cîhên asta ewlehîyê di herî jor de ye wekî “Rêveberîya Ewlehîyê, Qereqolên Polîs û Leşkerî” em bi saxî dikevin hundir lê bi kîsê terman derdikevin. Ê ku bi wî hawî derket dîsa bişens e, ew ên ku dikevin wan cihên biewle û nema dertên, winda dibin him leşker û polîsan dixin tengasîyê him jî dêyên xwe li meydan û kolanan bi salan perîşan dikin. Evdê Xwedê tu çima wiha dikî, ma ne heyfa dê û bavê te ye, bi xweşikayî bimire bila termê te teslîmî malbata te bikin. Dibe ku navbera te û malbata te tune be, ma li hewşeyên qereqolan cî tune ye, ew ê ji te re çalekê bikolin. Bi tenê an jî komkî, tu çawa bixwazî ew ê werê te veşêrin. Di vê mijara biewleyê de divê em Metin Goktepe ji bîr nekin ku ji bo navê polîsên tirk wekî îşkencecîyan derneyê, dema di binçav de bû xwe ji dîwarê ku bilindahîya wê mîtroyek bû avêtibû erdê û miribû.

Em navrojan li orta sikakan jî pir mirin, şervanên Xwedê bûn, Elahû Ekber li ser ziman satore di destan de. Ez nemirim, tu nemire, ew nemire ew ê çawa têr xwînê vexwin. Divê em li wê jî bifikirin.

Mirinên me yên komî jî hene, dest di destan de hembêzkirî em dimirin. Em ev şêweya mirinê ji komkujîyên Dêrsîmê, Zîlanê, Newala Qesaba ji Helebçeyê hîn bûn. Hayê we ji Komkujîya Robozkê heye, em ji wî gundî 34 kurd bi hevre mirin, rast e hejmar li gorî asta komkujîyên din hindik e lê belê divê hûn ji bîr nekin ku me hejmar bi mirinên li Cizîrê, Nisêbînê û Sûrê gîhand asteke ku dilê we lê rehet bibe.

Mirineke din ya orîjînal heye ku wexta min ew bihîstibû bandoreke giran li min kiribû. Zilamekî bi şev dişuxule, berbangê tê male, ji dêwla ku li derîyê hewşê bixe û zaroyên li banê li ser text radikevin şîyar bike, dixwaze ji ser dîwarê hewşê ve derbasî malê bibe. Çawa ku hilkişîyaye ser dîwêr, MÎTên li wê derdorê pagerîyê dikin ji dûr ve wî dibînîn û wî hişyar dikin ku ew bisekine. Qey xalo jî di ber xwe de gotîye ma wiha li ser diwêr ez MÎTên dewletê pêşwazî bikim eyb e, ez xwe biavêjim hewşê derî li wan vekim û meseleyê ji wan re vebêjim. Xalo xwe ji ser dîwêr berdide erdê, derî vedike ku MÎTan xwe gihandîye ber derî jî. Ji ber ku bi hişyarkina seknê nekiriye wî lî wê derê dikujin.

Wexta min ev çîroka wî zilamê ji bo zarokên xwe şîyar neke miriye bihîstibû kêfa min hatibû ku qemyoneke bavê min heye û dî kîjan saetê de were jî em ji dengê qemyonê jixwe şîyar dibin, ji bo wê ew ê bûyerek wiha neyê serê me. Ji bo ez aramî rakevîm dê bavê min nemirîya.

Beş:Çîrok & Ceribîn

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *