Skip to content

Girîngîya Mela Mehmûd – Hemîdî Di Edebîyata Kurdî Ya Klasîk De

Destpêk

            Keşifkirina tiştên nû, dike ku mirov agahîyên di destan de ji nû ve li gor vê keşfê binirxîne û bisenifîne. Heger ev keşf sînorên qadekê dîyar bike girîngîya wê zêdetir dibe. Îcarê, di vê nivîsarê de em ê behsa keşfa berhemekê bikin ku hem sînorên qada Edebîyata Kurdî Ya Klasîk diguherîne hem jî helbestvanekî kurmanc ku berîya Melayê Cizîrî ye, bi me dide nasîn. Girîngeyeke din ya vê berhema keşfkirî ev e ku em vê cureya helbestê wekî “Mulemme`”ê bi nav dikin, li gor agahîyên li ber destan ev berhem di Edebîyata Kurdî de dibe mulemme`a pêşîn.

            Ji bo ku girîngîya herdu hêmanan bê fêhmkirin em ê ewilî bi kurtasî mulemme’ê bidin nasîn. Bi pey re em ê behsa serpêhatîya vê berhemê û keşfkirina wê bikin. Di dawîyê de jî bi agahîyên ku helbestvan bixwe di helbesta xwe de ji me re radigihîne em ê helbestvan Hemîdî nas bikin û analîza mulemme`a wî bikin.

1. Mulemme’

            Mulemme’ di ferhengan da di wateya; rewşen kirin, perçeyên xwedî rengên cuda, rengorengo, ajalên li ser çermê wan lekeyên ne ji rengê postê wan heye da ye. (Doskî & Ertekin, 2019:49) Di edebîyatê de jî ji vê cureya helbestê mulemme` hatîye gotin ku ew herî kêm ji du zimanan pêk hatîye, ango rengorengo ye. Hejmara zimanan li gorî behreya helbestvan dikare biguhere.

            Wek kevneşopîyeke edebî, di edebîyata miletên misilman da em rastî mulemme’an tên. (Doskî & Ertekin, 2019:50)  Mulemme’ hunereke dersînor e, bi vê hunerê sînorên ku di nav dewlet û zimanan de ne ji holê radibin û çend zimanên cuda di heman helbestê de cih digirin, ev yek jî helbestê rengîntir dike. Piranîya mulemme’nûsan ji bo ku qabîlîyeta xwe ya helbestê bidin nîşan mulemme’ nivîsandine. (Karak & Bişaroğlu, 2020:54-55)

2. Edebîyata Kurdî Ya Klasîk Û Mulemme’

Nifşê ‘Elîyê Herîrî, Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran hem wekî destpêk hem jî wekî lûtkeya helbesta kurdî ya klasîk tên qebûlkirin. Lê derbarê berîya wan de di destên me de kêm agahî hene. Lêkolerên vê qadê di vê fikirê de bûn ku divê hin helbestvanan berîya vê nifşê berhem dabin ku ji bo ev berhem ji lûtkeyê re bibin bingeh.

            Şerefxanê Bêdlîsî di Şerefnameya xwe de behsa hin helbestvanan dike ku wan jî bi kurmancî helbest nivîsîne û ev helbestvan bi wext dikevin berîya Melayê Cizirî. Yek ji wan Mîr Yaqûbê Zerqî ye, Şerefxan Bêdlîsî ji bo wî wiha dibêje: “Wî selîqeyeka ‘ecêb di vehandina şî’ran de hebû û wî komek şî’r di babetê tewhîdê de nivîsandîye.” (Doskî & Ertekin, 2019:46) Lê tu berhemên wan helbestvanan negihiştine me. Doç. Dr. M. Zahir Ertekin[1] van helbestvanên nehatine naskirin wekî “Şa’irên Qonaxa Berze (Wenda)”, dîwanên negihiştine me jî wekî “Dîwanên Wenda” bi nav dike.

            Li gorî berhemên li ber destên me dîyar e di sedsalên 16-18yan de nûnerên Edebîyata Kurdî Ya Klasîk jî ev cure berhem nivîsandine ku di vê serdemê de desthilatdarîya mîrektîyên kurd heye. Hebûna medreseyan kirîye ku helbestvan û edîbên kurd bibin pirziman. Herwiha piştî hilweşîna mîrektîyan û heta roja me jî ji ber hin sebebên wekî; bindestî, sirgunî û kar û barên dewletên desthilatdar, kurd nexasim helbestvan û edebîyatvan pirziman bûne.

            Taybetîyeke mulemme`a kurdî heye ku wê ji mulemme’ên zimanên din cuda dike. Bo nimûne mulemme’ên ereb û farisan bêtir duzimanî ne (erebî-farisî). Yên tirkan bêtir sêzimanî ne (erebî-tirkî-farisî). Lê yên kurdî çar, pênc zimanan di nav xwe de dihewînin (kurdî-erebî-farisî-tirkî). Zimanê pêncan hin caran dibe lehçeyeke kurdî ya dîtir. (Doskî & Ertekin, 2019:51)

            Dema em li literatûra kurdî ya klasîk dinihêrîn em dibînin ku bi kurmancî, soranî, zazakî (dimilkî, kirmanckî) û goranî (hewramî, lorî, kelhûrî, lekî) helbestên mulemme’ hatine nivîsîn. Çend nûnerên vê cureyê ev in:

Kurmancî: Hemîdî, Melayê Cizirî (1567-1640), Ehmedê Xanî (1650-1707), Melayê Bateyî (s. 17-18), Şêx Ehmedê Feqîr (s.19), Kerbelayî (m. 1939).

Soranî: Mela Xidir (Nalî) (1800-1856), Ebdurrehman Beg (Salim) (1805-1869), Mistefa Beg (Kurdî) (1812-1850), Şêx Riza Talebanî (1837-1910).

Zazakî: Melayê Xasî (1867-1951), Mele Ehmedê Kavarî (r.1941), Mela Ezîzê Cebexçûrî (r. 1945).

Goranî: Mela Mihemmed Hewremanî (Seydî) (1784-1848), Hîlmî Kakeyî (1882-1966).

3. Mela Mehmûd An Jî Hemîdî û Mulemme’a Wî

            Mela Mehmûd an jî bi nasnavê xwe Hemîdî ku me wî bi xêra mulemme’a wî ve nas kir, yek helbestvanê ji qonaxa wenda ye. Hemû agahîyên ku em derbarê wî de dizanin me ji mulemme’a wî wergirtiye. Lewma derbarê jîyan û berhemên wî de kêm agahî hene. Lê ev helbest bi naveroka xwe ve agahîyên girîng li ser edebîyata kurdî berpêşî me dike.

            Bi vê mulemme’ê sînorên qada edebîyata kurdî ya klasîk guherîye û êdî em Hemîdî wek destpêkê qebûl dikin. Mulemme’a wî jî wek mulemme’a pêşîn a di edebîyata kurdî de qebûl dikin.

            Berîya ku em em berê xwe bidin şikl û naveroka helbestê divê em behsa serpêhatîya kefşkirina vî helbestvanî û helbesta wî jî bikin. Li gorî ku Tehsîn Îbrahîm Doskî[2] di berhema xwe ya bi navê “Baxê Îrem”ê[3] de radigihîne me, peydabûna helbestê digihije sala 1998an. Prof. Mes’ûd Kitanî[4] li Dihokê, di hejmara 6an a Kovara Peyvê de vê helbestê ji destnivîsekê werdigire û li ser navê Mela Husênê Bateyî parve dike. Se’îd Dêreşî[5] li ser vê helbestê lêkolînan dike û di 2013an de lêkolîna xwe di Kovara Dîrokê de diweşîne. Di encama lêkolînê de dîyar dibe ku ev helbest helbesteke şa’irekî kevn ê Badînî ye, di sedsala 16an de jîyaye û hevçaxê mîrê Amedîyê yê navdar Sultan Husenê Welî ye û mexlasê wî jî Hemîdî ye. Erê Se’îd Dêreşî behsa navê vî şa’irî nekirîye lê di helbesta wî de diyar e ku navê wî Mehmûd e.

            Sultan Husênê Welî ku navê wî di helbestê de derbas dibe, ew di sala 1533yan de piştî mirina bavê xwe Hesen Begî bûye mîrê Amedîyê, gelek karên hêja di hikumranîya xwe de kirine û karê wî yê ji hemûya berçavtir avakirin an nûjenkirina Medreseya Quba bû, ya bi sedan salan wek zanîngeheke mezin bû li wê deverê û hejmareke mezin a zana û edîban ders lê xwendibûn û ders dabûn. (Doskî & Ertekîn, 2019:48) Sulten Husênê Welî di sala 1573yan de mirîye. Bi tarîxa mirina wî ve dîyar dibe ku Hemîdî, ev helbest berî vê tarîxê nivîsîye, lewma ew berî Melayê Cizirî (1567-1640) jîyaye.

            Ji alîyê şikl û naveroka mulemme’a Hemîdî ve Doskî û Ertekin van agahîyan derdixin pêş: Helbesta Hemîdî ji 28 malikan pêk tê lê malikeke erebî ketîye lewma di destê me de 27 malik hene. Wezna wê bi vî rengî ye: fa’îlatûn/ fa’îlatûn/ fa’îlatûn fa’îlûn. Di helbestê de çar ziman hene; kurdîya kurmancî, tirkîya osmanî, farisî û erebî. Ji layê naverokê ve ev helbest li dor taybetmendîyên koşka Sultan Husênê Welî ye. Herwiha Hemîdî ji mîr re dia dike û dixwaze ku kurd hemû bikevin bin xizmeta mîr, bibin silavkêş û xwe li ber wî bitewînin. Hemîdî ji serî heta malika hijdehemê behsa bihar û siruştê dike. Herwekî biharîyeyê ye. Malika 19an a texellusê[6] ye. Ango li gorî dabeşîya qesîdeyê, ji nesîbê derbasî medhîyeyê dibe. Ev jî tê vê wateyê ku Hemîdî gelek baş hay ji teşeyên nezmê yên berî xwe hebûye û ev pîvanên qesîdeyê bi hostetî di vê helbesta xwe de bi kar anîye. Ji malika 20an heta ya 23yan pesnê Sultan Husênê Welî dide. Çar malikên dawî dikevin beşa fexrîyyeyê ku Hemîdî pesnê xwe dide.

4. Mulemme’a Hemîdî Bi Tîpên Latînî[7]

Wacib û lazim li her kes kin ji bo mîrê kubar
Hem senayan hem du’ayan da nemînin dîn û har

Weqt xoş der ‘endelîban nale û efxanedar

Gül açılmış nalî û bülbül figanları birar

Da’îyê ma dewlet ba dewletsera ra wasf-î dar

Bulbulan ra naxme bayed der çemenzarî bihar

Min ‘ecîbullahî înna qed nera bi’l-i’tîbar

Rewzetun ma xuyyîret û we’s-sirru fîha ma yudar

Peh çi nazik menzil e ji rengê beheşta baqî ye

Têk kulîlkêt wê dibişkiftîne daim çar kinar

… … raye-î bi kez padişahim qesrî kîm

Her taraf çîçekberî ağazları şeker yağar

Baxiban xuld ra rûyest elzamê temam

Bezmgah şo kî amed minker ez ixtiyar

Hazîhî rewzatu’l ‘adnîn fedxuluha faizîn

Eyyûha’l-Îslam û fe’tuwa feskunû darue’l-qerar

Gul şilêl şermende mane ji heyeta pur heybetê

Lew ser û çehvêt xwe têkdan li bin piyan daynane xwar

Gözlerin koyup aşağı dağların zanbakları

Ehl-î îz’anın bulanda bakmak olur bahar

Ser û ber pa istiyade yekdilî da’wa koned

Ya’nî înî herkes ra yekdîlî ayed li kar

Qaîlun bil’halî ‘en şe’ni’l-lezî yercû’n-nîda

Inne men ye’tî’l ‘ula ma male ‘enha bi’xtiyar

Sorgul û zergul bi de’wa ne li nîva çîmenê

Êk dibêt mehbûb ez im ya dî dibê ji ‘işqême jar

Sünbül ile tutiya açık kurmuşlar dilleri

Kim biz hem tutiya vü kim biz hem zülf-i yar

Resm-î xidmetkarî amûz û be etraf-i çemen

Nîrgis şurîde kamed çar çeşm ez her kenar[8]

Asemîn wek asûman tên serkuzot û bergirî

Batiyê xêrxwaz nebîtin daîma bît tazîdar

Harmanın xuşları her birisi Bexdadî dır

Şuvişler haliyle kimi bunda daden hatmi dar

Tuxî şahî û qerenfîl qehweî û şebubha

Manî der bitxane-î çîn kî keşîd în yadigar

Nadete’l-tubî fe tubî eyyûhe’l muste’mîlûn

Fî zîlalî kullî e’malîn bi i’zz û iftîxar

Ya Rebbî daîm mubarek bin li we dîwan û text

Cumleyê Kurmanc silavkêş bin bi pêş geştî xedar[9]

‘Adl û dadın taht û diwanın mubarek olalar

Zerrece olmaya gamdan koynunuzda bir gubar

Kaînat hest tarem sakinat-î şerq û xerb

Cumle-î ba tû ra ya Rab mubarek badîdar

Bareke’l-barî lekum eywanekum muddeî’z-zaman

Qed eradellahû fî exlaqîkum ne’te’l-weqar

Mehmudo xweş tişt e ‘ilm xasma ji bo xelqê mela

Me divê mîzan di heybet wa l’ bû eniya şehsuwar

Fazlınız ey Hemîdî ‘ilm ile yetişen yoqdur

Eyleyem ‘alem içinde almak olur namîdar

Der nucûm û hikmet û ‘ilm-î meanî ta be şer’

Ey Hemîdî gerçi serraf û mihenk der pîşîdar

Edde’î bi’l-’ilm û fedlen men yusemma bi’l-Hemîd

Eyne men ye’tî mucîben bahîsen bi’l-îqtîdar

5. Encam

            Bi keşfkirina vê helbestê destpêka edebîyata kurdî ya klasîk hatîye nûjenkirin. Destpêka ku berê bi Elî Herîrî ve dihate bestandin, heta ku berhemên berî Hemîdî were dîtîn êdî bi Hemîdî hatîye pejirandin. Destpêka mulemme’a kurdî jî ku Melayê Cizîrî wek destpêk dihate qebûlkirin, heta ku mulemme’eke berîya Hemîdî bê dîtîn em ê mulemme’a kurdî jî bi Hemîdî bidin destpêkirin.

            Herwiha, ji alîyê naverokê ve ku pesnê siltan û koşka wî dike û ev taybetî vê helbestê dike medhîye, em dikarin vê helbestê wekî destpêka medhîyeya kurdî jî qebûl bikin. Bi dirêjahîya xwe jî (28 malik) dibe dirêjtirîn mulemme’a kurdî.

Çavkanî

ADAK, Abdurrahman (2018), Mexles Di Edebîyata Kurdî Ya Klasîk De, Nûbihar Akademî,  h.10, r.13.

DOSKÎ, Tehsîn Îbrahîm (2020), Baxê Îrem Geştek li Nav Şi’ra Kurmancî ya Klasîk, (Amadekar: M. Zahir Ertekin), Weşanên Dara

DOSKÎ, Tehsîn Îbrahîm & ERTEKİN, M. Zahir (2019), Mela Mehmûd An Jî Hemîdî: Şa’irê Berî Melayê Cizîrî Û Yekem Mulemme’a Kurdî, Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi, Cild. 5, h. 9, r.43-61.

KARAK, M. Zana & BİŞAROĞLU, Seher (2020), Mulemme’ di Edebîyata Kurdî ya Klasîk de Şêweyên Mulemme’ê, Nûbihar Akademî, h. 13.


[1] Zanîngeha Çewlîgê, Fakulteya Fen Edebîyatê, Beşa Ziman û Edebîyata Kurdî

[2] Lêkoler, Dihok

[3] Doskî, Tehsîn Îbrahîm, Baxê Îrem, Weşanên Dara 2020

[4] Lêkoler, Amedî

[5] Lêkoler, Amedî

[6] Ji ber ku di edebiyata Farisî de cihê navê edebî dawiya helbestê ye, bi wateya derketina ji helbestê û xilaskirina wê, ji vî navî re “texellus” hatiye gotin. Li aliyekî dî divê bê gotin ku di edebiyata ‘Erebî de jî têgeha “texellus”ê heye, lêbelê ne bi wateya navborî, bi wateya beyta ku helbestvan bi rêya wê ji beşa nesîbê derbasî beşa medhiyeyê ya qesîdeyê dibe tê bikaranîn. (Adak, 2018:13)

[7] Latînîzekirin û nîşe: Doç. Dr. M. Zahir Ertekin

[8] Malikeka ‘erebî li vê derê ketiye.

[9] Mumkun e ku di eslê xwe da “pêşkêşî xedar” be.

Nîşe: Ev nivîs wekî sparteka dersê hatîye amadekirin.

Beş:Ziman - Wêje

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *