Birêz Mehmed Uzun, min ji dil hawara Dîcleyê bihîst. Ez bi Biro re bûm zarok, pê re mezin bûm, min, dewsa derba şûrê li ser rûyê wî pel bi pel hîs kir.Ez geh bûm Mîr, min ferman dan, serî hilda, şer kir, şikest xwar. Geh bûm keçek nastûrî, bi derbên şûran laşê min perçe perçe bû, hatim firotin, evîn li min bû jahr û min lal kir.
Ez geh bûm êzîdiyek, qetla min helal bû, ez bi deh caran hatim qetilkirin. Geh bûm Birca Belek, min şahidî li qedera Cizîra Botan kir. Geh bûm ava Çemê Dîcleyê wek zeman herikîm. Her çirk her xulek min hawar kir. Hawar kurdno hawar. Bibin yek û qedera xwe ya kambax biguherînin.
Spasî