Skip to content

Osman Efendî Babij (1852-1928)

Bi navê xwe yê tam Osman Esad Efendîyê Babij di sala 1852an de li Sêwregê li gundê Bab (Kapikaya) hatîye dinyayê. Navê bavê wî Hecî Eyûb Efendî, navê dêya wî Emîna Xanim e. Bavê wî li Sêwregê miftîtî kirîye. Osman Efendî Babij di sala 1882an de ji medreseyê îcazeta xwe werdigire. Bi zazakî, kurmancî, erebî, farisî û tirkîya osmanî zanebûye. (Berz, 1995) Osman Efendî Babij di sala 1884an de dest bi karmendîyê dike, dibe endamê mehkemeya bîdayetî (destpêk). Piştî ku seydayê wî Zûlfîqar Zuhdî Efendî wefat dike li şûna wî dibe miftîyê Sêwregê. Ji sala 1905an heta wefata xwe, 24 salan li Sêwregê miftîtîyê dike. Di sala 1917an de payeya mexrecî werdigire ku ev paye di warê ilmê de rûtbeyeke berz e. (Kırkan, 2018:83-84) Di 23yê Adara 1929an de çûye rehmetê û gora wî li Sêwregê ye.

                Li gor ku Koyo Berz[1] ji Melayê Mizgefta Mezin ya Sêwregê Hecî Mahmut Özbucak neqil dike: “Osman Efendî Babij li Bexdayê zanîngeh xwendîye û vegerîyaye Sêwregê. Piştî demekê çûye Misirê, li wir Zanîngeha Ezherê qedandîye û dîsa vegerîyaye Sêwregê. Di nav gel de dihate nasîn û xelkê jê hez dikir. Şexsekî dilsoz bûye û hertim bi derdora xwe re alîkar bûye û dilê tu kesî jî nehiştîye. Di mijarên dinî de xelkê serî li wî daye û bi ya wî kirine. Osman Efendî Babij di xutbeyê de û di weazên xwe de girîngî pê dîtîye ku zimanê zazakî bi kar bîne. (Varol, 2017:148) Ji ber ku hertim şaşika kesk li serê wî bû, di nav gel de wekî “Yeşilbaş Osman Esad Efendî” hatîye nasîn. (Kırkan, 2018:84)

                Îroj li ber destên me du mulemme’ û mewlîdeke Osman Efendî Babij hene. Ahmet Kırkan ji Meşihat Arşîvî ya Stenbolê ew peyda kirine ku ev dezgeh berhemên miftîyan arşîv dikin. Mulemme’yek wî ji hêla Ahmet Kırkan ve hatîye latînîzekirin û di hejmara heftan ya Şewçilayê hatîye weşandin. Di vê mulemme’ de mexlesê xwe wekî “Es’ed” bi kar anîye. Di herdu mulemme’ên xwe de jî bi zazakî nenivîsîye, bi farisî, erebî, û tirkî nivîsîye. Ji ber ku nivîsîna mulemme’yan ne karekî hêsa ye, hunereke zêde dixwaze, hin lêkolîner angaşt dikin ku divê zêdetir helbestên Osman Efendî Babij hebin.

                Osman Efendî Babij mulemme’a xwe bi awayekî serbest nivîsîye. Ji çar beşan pêk tê, beşa pêşîn bi farisî ye, beşa duyem bi erebî, beşa sêyem bi tirkî û beşa çarem dîsa bi erebî ye. Beşa yekem ya farisî ji şeş rêz in, ya duyem du rêz in, ya sêyem heşt rêz in û ya dawî jî ji çar rêzan pêk tê. (Varol, 2017:59) Ahmet Kırkan di bernameyeke televîzyonê[2] de ji bo usluba helbestên wî dibêje ku zimanê mulemme’ên wî ji ya mewlîda wî girantir e. Ji ber ku ne li ser destxetan ne jî di nav helbestan de dîrokeke dîyar tune em nizanin bê ew kengî hatine nivîsîn.

                Mewlîda Osman Efendî Babij di nav mewlîdên zazakî de li dû ya Ehmedê Xasî dibe mewlîda duyem. Di nivîsîna mewlîdê de îlham ji Melayê Bateyî û Suleyman Çelebî wergirtîye. Bi zimanekî sade û sivik nivîsîye ku di nav gel de bê fêhmkirin. Di mewlîdê de peyvên erebî û tirkî jî hatine bikaranîn. (Kırkan, 2017:90) Celadet Elî Bedirxan di hejmara 23yan ya Hawarê (1933) de ji Mele Nezîrê Sêwregî wiha neqil dike: “Kesekî bi navê Hecî Yûsiv mewlîdeke bi tirkî dinivîse û diweşîne. Mewlîda Hecî Yûsif di nav xelkê de berbelav dibe, xelk pesnê mewlîd û Hecî Yûsiv didin û dibêjin; ‘melatî û alimî bi vî awayî dibe, tenî bi axaftinê nabe”. Ev gotin tên heta guhê Osman Efendî Babij jî. Li ser vê, dibêje; ‘madem meriv bi mewlîdê dibe alim, ez ê jî yek binivîsîm’ û dinivîse. Herwiha li gor agahiyeke din ku ew ji ji Mele Nezîr tê neqilkirin, Osman Efendî Babij di sala 1903an de mewlîda xwe dinivîse, di sala 1906an de ji bo bê çapkirin dişîne Diyarbekirê lê ji ber ku kes tune karîbe mewlîda wî ya zazakî bixwîne, nayê çapkirin û lê vedigerînin. Faiz Beg Bedirxan ku serdemekê qeymeqamtîya Şîroyê (Pütürge) kıriye, wexta ji kar tê dûrxistin û vedigere Stenbolê, mewlîda Osman Efendî Babij jî bi xwe re dibe lê li Stenbolê jî kesî nabîne ku karîbe mewlîdê bixwîne lewm mewlîd nayê çapkirin û weşandin. (Varol, 2017:148-149)

                Ahmet Kırkan di teza xwe ya lîsansa bilind de li ser mewlîda Osman Efendî Babij (Bîyîşa Pêxemberî Ya Osman Esad Efendî Babij Û Destpêka Edebîyatê Klasîk Yê Kirmanckî) xebitîye û di vê tezê de dibêje ku wî ji bilî nûsheya ku Celadet Elî Bedirxan çap kirîye 4 destxetên din bi dest xistîye. Cara ewilî, mewlîda Osman Efendî Babij di sala1933an de di hejmara 23yan ya Hawarê de ji alîyê Celadet Elî Bedirxan ve bi tîpên erebî hatîye weşandin. Piştî wê, di sala 1985an de Malmisanij bi tîpên latînî di hejmara 4an ya Kovara Hêvîyê de vê mewlîdê diweşîne. Di sala 2007an de di bin banê Enstîtuya Kurdî ya Diyarbekirê de ji hêla selîm Acarlar û Mehmet Guzeller ve hem bi tîpên latînî hem bi tîpên erebî tê weşandin.

                Mewlîda Osman Efendî Babij bi helbestkî hatîye nivîsîn. Nûsxeya ku Malmisanij çap kirîye ji 196 beytan, ya Enstîtûya Kurdî Ya Diyarbekirê ji 205 beytan, ya Roşan Hayig ji 206 û beytan û ya ku Ahmet Kırkan li ser xebitîye ji 204 beytan pêk tê. Heşt beşên mewlîda wî hene. Destpêka wê ji selewat û mûnacat (lavakirin) e, di beşa duyem de behsa girîngîya mewlîdan û xwendîna mewlîdan dike, beşa sêyem li ser xuliqandinê ye, ya çarem li ser malbata pêxember e, beşa pêncem ku ev beş ya herî dirêj e, li ser zayîna pêxember e, beşa şeşem derbarê mûcîzeyên pêxember û şeva mîracê ye, di beşa heftan de mijara mîracê berdewam e ango bi beşa şeşem re girêdayî ye, beşa dawî jî ji diayan pêk tê. (Varol, 2017:150-151)

                Li gor agahîyên li ber dest, em dibînin ku edebîyata zazakî edebîyateke derengmayî ye. Abdurrahman Adak[3] derbarê vê meseleyê de wiha dibêje: “Di esasê xwe de edebîyata Zazakî ya klasîk piştî dawîlêhatina serdema edebîyatên klasîk derketîye meydanê. Bi awayekî balkêş sedsala XXem ku edebîyatên dî yên klasîk hukmê xwe tê de winda kirine yan jî lawaz bûne ji bo edebîyata zazakî bûye sedsala avabûn û geşedanê. Bêguman metnên damezirîner ên edebîyata zazakî ya klasîk, çawa ku li nav gelek miletên dî yên misilman jî wîsa ye, ne tenê metnên edebî ne, ew di heman demê de belgeyên tarîxî ne ku destpêka derbasbûna wî zzimanî bo nivîsê jî destnîşan dikin. Ji ber ku metnên damezirîner ên edebîyata zazakî ya klasîk di heman demê de metnên pêşî yên zimanê zazakî ne…” (Adak, 2020:4-5) Girîngîya Osman Efendî Babij xwe li vir dide der ku ew hem xwedî mewlîda duyem ya zazakî ye hem jî pêşengê edebîyata klasîk ya zazakî ye.        

Çavkanî

ADAK, Abdurrahman (2020), Edebîyata Zazakî ya Klasîk: Di Peywenda Dîyalektên Edebî yên Kurdî û EdebîyatênÎslamî deEdebîyateke Klasîk ya Derengmayî û Cihê Wê di Nav Klasîzma Edebî de, The Journal of Mesopotamian Studies, e-ISSN: 2687-6388

BERZ, Koyo (1995), Namdarê Sêweregı, İremet Yayınları, Stockholm

KIRKAN, Ahmet (2018), Bîyîşa Pêxemberî Ya Osman Esad Efendî û Destpêka Edebîyatê Klasîk Yê Krimanckî, Weşanxaneyê Vate, Stenbol

VAROL, Murat (2017), Zaza Edebiyatında Bir Mihenk Taşı: Molla Osman Efendi ve Zazaca Mevlidi, İslam Tarihi ve Medeniyetinde Şanlıurfa “Osmanlı Belge ve Kaynaklarında Urfa Sempozyumu”

VAROL, Murat (2017), Şiiri Mulemma Ê Şairanê Edebiyatê Zazaki, Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Üniversitesi Dergisi, Yıl. 3, Cilt. 3, Sayı. 6, 2017/2 ss.51-65


[1] Nivîskar Koyo Berz di sala 1951an de li Sêwregê hatîye dinyayê.

[2] https://www.youtube.com/watch?v=dufdcNACA3Y

[3] Prof. Dr., Zanîngeha Mardin Artukluyê, Beşa Ziman û Edebîyata Kurdî/Mardin Artuklu Ünv. Kürt Dili ve Edb. Bl., abdurrahmanadak@gmail.com, https://orcid.org/0000 0002 9124 1605

Nîşe: Ev nivîs wekî sparteka dersê hatîye amadekirin.

Beş:Ziman - Wêje

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *