Skip to content

Penaber

Ev bîst û şeş roj in ku ez di hundirê vî konî de dijîm. Ligel ku ez li gund mezin bûme jî heta niha ez qet di hundirê konekî de nemabûm. Şev hinekî sar e lê ji derve çêtir e. Bi tevahî em heşt kes in. Xortên din jî her yek ji welatekî Rojhilata Navîn e. Belê, em li kampeke penaberan ya Ewropa ne. Ji ber xirecira hundirê konê ve ez revîyam derve. Min xwe da berrojkê. Pirtûka ji bo oryantasyona penaberan hatiye amadekirin di destê min de ye. Ligel ku ez çend caran çûm dibistana kampê jî ez hê hînî zimanê vê pirtûkê nebûme.

            Nayê bîra min bê kîjan roj bû ku min malbata xwe li dû xwe hişt û ez ketim ser rêya Îtalyayê. Erê min got rê lê belê rêwîtîya min bi pirahî di nav avê de derbas bû. Ez û bi sedan kesên weke min, me di binîya keştîyeke sar ya hesînî de bi rojan rêwîtî kir. Ma ku rê tune be rêwîtî çê dibe? Ji ber ku têgeha rêyê weke veguherînê di hişê min de cih girtibû min çûn û hatina di nav avê de fêhm nedikir.

Rê her ku tu pê ve diçî diguhere û te jî diguherîne. Rê diguhere, dar û berên ku tu dibînî diguherin, tu çiyayan li paş xwe dihelî, tu pê dizanî ku dem heye û derbas dibe. Lê di keştîyê de wext sekinîbû. Ku wext sekinîbe mirov dê çawa bêje ku ez di rê de me? Bi herîkîna demê mirov hebûna xwe hîs dike, hîs dike ku dijî. Di nav behrê de di wê keştîyê de ne haya demê ji me hebû ne jî haya dinyayê. Rêwîtîya me bibû meseleya hebûn û tunebûnê. Em di wê keştîyê de tune bûn, em li dû hebûnê bûn divîya em bigihijin wextê. Divîya em sax bigihîştana dinyayê.

Gava ku em gihiştin dinyayê em bi dijwariya demê rûbirû man. Em ji tunebûnê xelas bibûn lê me ji bîr kiribû ku hebûn jî pirsgirêkeke pir mezin e. Hebûna te him ji te re him jî ji biyanîyan re pirsgirêkek e. Bi awayekî tu hebûna xwe qebûl dikî lê çi pêwîstîya biyanîyan bi hebûna te heye? Çima te têxin nav xwe? Çima ji te hez bikin?  Bi demê pirsên bêbersiv pir dibûn. Xwezî dem bisekinîya.

Bi peyabûna ji keştîyê ve tenê pirsek ji me hat pirsîn. Min bersiva vê pirsê zanibû. Ez li ser nefikirîbûm lê dema ku pirsîn, bersiv di hişê min de hazir bû. Ew pirsên bêbersiv ku min li xwe kiribû bar, yek ji wan jî nepirsîn. Ew pirs wekî barekî man li pişta min. Hê jî li bendê me ku ji min bipirsin. Ez bersiva wan nizanim lê dibe ku weke bersiva yekemîn ew jî wê gavê di hişê min de bizên. Her kesî gotibû “Em ji şer revîyan.” Lê dema dor hat min û ji min pirsîn ku “Tu çima hatî vira?” min bêsekin got: “Ez ji Rojhilata Navîn revîyam.”

Di eslê xwe de ez ji xwe direvîyam. Rojhilata Navînê ez kiribûm ez. Ku ez li cihekî din jîyabûma dê ez ne ez lê yekî din bûma. Ez ji xwe revîyam. Dê rêyê ez biguherandama. Cihe ku ez diçûmê wê ez bikirama yekî din. Li welatê xwe ez ji xwe direvîyam, li vir jî ez bi dû xwe ketime ku xwe nas bikim. Ez bibim yekî din ez ê bibim kesekî çawa? Hewcê ye ku ez navê xwe biguherînim? Ku ez nebim yekî dîn ez ê çi bikim? Ew yên di hundirê konê de çi ji hevdu dixwazin? Çi ye ku nikarin/naxwazin parve bikin? Ji roja ku em hatine vir xirecira wan nesekinî ye.

Xuya dike ku rê û rêwîtîya me ne ez guherandime ne jî yên di hundirê konê de. Ne ez ji xwe xelas bûme ne jî yên ku ji şer revîyane ji şer xelas bûne. Me agire xwe bi xwe re anîye û em cehnima xwe her geş dikin.

Nîşe: Ev nivîs ewilî di hejmara 6emîn a Kovara Laserê de hatîye weşandin.

Beş:Çîrok & Ceribîn

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *