Skip to content

Reservoir Dogs (Jêrenivîs)

Reservoir Dogs (Kûçikên Rezervûarê) fîlmekî Quentin Tarantino ye ku ew fîlmê wî yê yekem ê metraj dirêj e. Di sala 1992yan da hatîye çêkirin. Tarantino hem senaryoya vî fîlmî nivîsîye hem derhênerê fîlm e hem jî di fîlm da wekî lîstikvan cî girtîye. Fîlm wekî cureyekî serbixwe û kult hatîye qebûlkirin û ji alîyê “Kovara Empire”ê ve wekî “Gewretirîn Fîlmê Serbixwe” (Greatest Independent Film of all Time) hatîye hilbijartin.

Joe Cabot û kurê wî Eddie Cabot ji bo dizîya elmasan bikin komekê saz dikin. Ew ji di nav de koma dizîyê ji heşt kesan pêk tê. Joe Cabot ku ew patron e, her yekî navê rengekî li ew şeş kesên din dike. Plana dizîyê bêqisûr amade dikin lê wexta diçin dizîyê dikevin kemîna polîsan û ev fîlmê ku heta wê deqeyê jî li ser dîyalogên ji hev veqetîyayî diajot bi dengê demançeyan û dîmenên xwînê berdewam dike. Ên ku sax difilitin tên depoya ku berê nîşan kiribûn. Li depoyê li ser kemîn û sîxur bi hev dikevin.

Binnivîsê Daxîne: Reservoir Dogs (Kûçikên Rezervûarê) Binnivîsa Kurmancî*

*Jêrenivîsa kurmancî ji berawerdkirina îngîlîzî û tirkî hatîye wergerandin

IMDb: 8,3

Pûanê Min: 8

Beş:Fîlm

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *