-Em çûn ezbenî.
-Em çûn ku derê Şevger?
-Cihê ku em hatinê ezbenî.
-Em hatin ku derê Şevger?
-Cihê ku em çûnê ezbenî.
-Xwedê te nehêle Şevger. Em diherin û tên heman cihî ne wîsa?
-Em winda bûn lê qenebe em ne li ser rêya şaş in ezbenî.
-Em ê çawa rêya rast bibînin Şevger?
-Heke me rêya şaş dît em ê ya rast jî bibînin ezbenî.
-Ez westiyam Şevger.
-Aniha em rakevin ezbenî, sibehê em ê bikevin rê.
-Em nekevin rêya şaş Şevger.