Skip to content

Analîzek Li Ser Kurteçîroka “Eş”ê ya Hesenê Metê

Epîlog / Smîrnoff*
Cure : Kurteçîrok
Epîlog : 12 Çîrok
Smîrnoff : 11 Çîrok
Nivîskar : Hesenê Metê
Edîtor : Remezan Alan
Çapa Yekem : Peywend, Stenbol 2013
Rûpel : 202
*Epîlog, cara pêşîn di 1998an de, Smîrnoff cara pêşîn di sala 1991ê de hatîye weşandin.

Hesenê Metê

Li gundekî Erxenîyê di sala 1957 an de hatîye dinyayê Ji ber pirsgirêkên malbatî ji gund derdikevin, demekê li Nisêbînê û demekê jî li Amedê dimînin. Piştî 15 salîya xwe koçî Mersînê kirîye. Li wir dibistana navîn û lîse xwendîye Li Mersînê, ji ber kar û barên sîyasî çend caran tê girtin û piştî darbeya leşkerî ya Tirkîyeyê mecbûr dimîne ji bakur derkeve. Nêzî 3 salan li her sê parçeyên din ên Kurdistanê dijî û demekê peşmergetî kirîye. Di sala 1983 an de berê
xwe dide Swêdê û li wir bi cî dibe. Li Swêdê bi edebîyata kurdî mijûl dibe, hem nivîskarî hem jî
weşangerîyê dike. Berhemên wî bêtir bi cureyên kurteçîrok (novel) roman û wergerê ne. Herwihaberhemên wî yên kurdî li zimanê tirkî û erebî jî hatine wergerandin.

Berhemên Hesenê Metê

Gername, Apec, 2005
Gotinên Gunehkar, Roman, Avesta, Stenbol 2007
Li Dêrê, Roman, Weşanên Nûdem, Stenbol 2011
Pêsîrên Dayê, Çîrok, Apec, Swêd 2013
Epîlog/Smîrnoff, Peywend, Stenbol 2013
Îşev û Çîroka Dawîn, Çîrok, Peywend, Stenbol 2014
Hefsar, Roman, Peywend, Stenbol 2018
Kitêba Salê, Çîrok, Avesta, Stenbol 2020
Merivên Reben, Werger, Weşanên Welat, Stockholm 1991
Smîrnoff, Kurteçîrok, Weşanên Welat, Stockholm 1991
Ardû, Çîrokên Gelerî, Weşanên Welat, Stockholm 1991
Labîrenta Cinan, Roman, Weşanên Welat, Swêd 1994
Epîlog, Kurteçîrok, Weşanên Nûdem, Swêd 1998
Keça Kapîtan, Werger, 1998
Tofan, Kurteçîrok, Apec, Swêd 2000
Jiyana Rastîn, Werger, 2004

Lehengê Sereke

Darînê Daryo: Em nizanin ji ber çi ye lê ji welatê xwe dûr e û heyata sirgûnîyê dijî. Dora çil salî ye. Ji pirtûkan û xwendinê hezdike. Erê ne di nav rewşenbîr û entelektûelan de mezin bûye lê heta ji wî tê wan dişopîne û hayê wî jî edebîyatê heye. Li ser fikira «huner bo hunerê» ye. Dermanên antîdepresan bikartîne, tendurîstîya wî her ku diçe xerabtir dibe. Karakterekî girover e.

Lehengê Alîkar

Sadûn: Birayê mezin ê Darînê Daryo ye. Navbera wî û pirtûk û xwendinê tune. Ne mirovekî maqûl e. Karakterekî dûz e.

Zeman

Ji bo zeman di kurteçîrokê de wextekî ku rasterast hatîye dîyarkirin tune. Lê di rûpela 46an de navê pirtûkekê derbas dibe. Pirtûk li mala leheng e û lehengê me behsa naveroka pirtûkê dike. Ev pirtûk «Compûtera ber dilê min» ya Mehmûd Lewendî ye. Çapa yekem ya vê pirtûkê di sala 1996an de hatîye weşandin. Lewma em dikarin bêjin ku serpêhatîya leheng di salên 90î de derbas dibe.

Mekan

Di kurteçîrokê de rasterast navê cihekî nayê dayîn. Di rûpela 40î de navê paytexta Fînlandê «Helsîngfors» derbas dibe ku li wir semînarek hatîye dayîn. Helsîngfors swêdîya navê bajarê Helsînkîyê ye. Ji ber ku zimanê swêdî tê bikaranîn, bi îhtîmaleke mezin çîrok li Swêdê diqewime.

Kurte

Lehengê sereke yê kurteçîrokê Darînê Daryo ji mal û welatê xwe dûr ketîye. Li mala wî pirtûkxaneyeke piçûk heye û em ji birayê wî yê mezin hîn dibin ku wî di zaroktîya xwe de jî hez ji pirtûkan û xwendîne dikir.

Piştî 16 salan birayê wî yê mezin Sadûn tê serdana wî û bi daxwazeke ecêb derdikeve pêş wî. Ji nas û dostên wan ên wek Darîn ku ji welêt derketine û hatine sirgûnîyê, dest bi nivîskarîyê kirine, pirtûk nivîsîne û ev pirtûk û nivîskarîya wan li welêt bûye cihê fors û pesindayînê. Ew gundî û eşîrên ku ne bi xwendinê dizanin û ne jî ji bilî pirtûkên pîroz pirtûkan dinasin, li ser nivîskarîya xizmên xwe bi hev re qayîşê dikişînin. Darîn û birayê wî hevdu dibin û tinîn lê meseleya nivîsandinê bi serî re dernaxin.

Sadûn fêhm nake bê ka heta niha çima Darîn hîç pirtûk nenivîsîye û çima ew nikare binivîse. Darîn jî fêhm nake bê çima ew mecbûr e pirtûkan binivîse û nikare bi birayê xwe bide fêhmkirin bê nivîskarî ne karekî hêsan e, li ser tika û daxwazan pirtûk jî nayê nivîsîn. Lê birayê wî ji ya xwe danekeve, heger ew bêyî pirtûk vegere welêt ew ê dê û bav û xizmên wan hemû li ber gundî û eşîran rûreş derkevin. Sê hefteyan xirecira nav herdu birayan didomê lê di dawîyê de Sadûn destvala vedigere welêt.

Piştî sê mehan ji Sadûn nameyek tê ji Darîn re. Di nameyê de mirina bavo radigihîne ku bavo ji ber vê rûreşîyê ketîye nivîna û li ber sikratê jî peyvên wî yên dawî “pirtûk” bûne. Herwiha dêya wî jî dîsa daxwaza pirtûkan dike û dibêje heger tu pirtûkan nenivîsî ez ê şîrê xwe li te heram bikim.

Mirina bavê wî û gotinên dêya wî dibe destpêka êşa Darînî. Dermanên antîdepresîv bi kar tîne. Xewnan li ser vê meseleyê dibîne. Di xewneke xwe de dibîne ku bavê wî dê nikaribe bê pirtûk derbasî hêla mirîyan bibe û ew ê her û her ezabê bikişîne. Axirî, Darîn bi taya nivîskarîyê dikeve û serpêhatîya wî ya nivîsînê dest pê dike.

Darîn ku em dizanin ew xwendevanekî baş e, lewma hayê wî ji bazara pirtûkan û piyaseya nivîskaran heye. Komcivîn û semînarên etelektûelan dişopîne. Lê li van civîn û semînaran hişê wî bêtir tevlîhev dibe. Têgihiştina gundî, bajarî, karker, xort, îxtîyar û sîyasîyan ji hev cuda ne her kes edebîyateke li gor dilê xwe dixwaze. Herwiha edebîyatvan jî ji gelê xwe dûr e û dema tê rexnekirin jî sûc ê xwendevan e ku xwendevan ji wî fêhm nake. Li ser vê mijarê metafora “nok û edebîyat”ê hatîye dayin.

Edebîyatvanekî navdar edebîyatê dişibîne nokan û dibêje: “Edebîyata me di erdekî hişk de kulîlk e, giya ye, nîsk e, nok e ûji van nokan re av divê. Pêwîstî bi avdanê heye. A ez jî… heta ku ji min tê, ez jî van nokan av didim.” (r. 40) Li ser vê, gundîyek radibe û dibêje meriv nokan av nade, ger meriv nokan av bide ew ê nok bişewitin. Lê edebîyatvan ji ya xwe danakeve û behsa xwe û edebîyata xwe dike, ku ew edebîyata zimanekî nû diafirîne û babet û lehengên xwe li gorî daxwazên civakê diyar dike.

Talîya talî, Darînê Daryo biyarê dide ku ew ê nikaribe tu pirtûkan binivîse. Di ser de ji xwendinê jî sar dibe û perdeya reş dikişîne ber pirtûkxaneya xwe. Hevîya xwe şîrê dêya xw jî qut dike. Bi van gotinên hezretî Eyûb têkçûna xwe îlan dike.

“Xwezî anuha ev gotinên min bihatana nivîsandin!
Xwezî di pirtûkekê de berhev bibûyana!
Bi pênûseke hesinî, bi qurşûnê
Li zinaran bihatana kolanê ku her û her bimana.”

Tewrat: Hz. Eyûb XIX:23-24

Temaya Kurteçîrokê

Ji bo em temaya çîrokê fêhm bikin divê em çîrokê li gorî wext, mekan û rûdanên sîyasî û civakî binirxînin. Salên 90î, Swêdê ku ew bûye paytexta sirgûnîya nivîskarên kurd. Hem ji alîyê nivîskarîyê hem jî ji alîyê weşnagerîyê hewleke xurt heye, hejmareke zede pirtûk tên weşandin.

Nivîskarê çîrokê, rexnegirîya rewş û asta edebiyata kurdî dike. Erê zede pirtûk tên weşandin û di nav civakê de nivîskarên me xwedî statûyekê ne lê naverok û karakterên edebiyata kurdî ketine xizmeta berjewendîyên nivîskar û civakê. Di avakirina edebîyatê de xwestekên civakî (di çîrokê de malbata leheng jê daxwaz dike ku pirtûkan binivîse) nayên paşguhkirin lewma têkilîyeke qirêj di navbera nivîskêr û civakê de çêbûye.

Vegêran û Ziman

Kurteçîroka Eşê ji sê beşan pêk tê. Prolog, Monolog û Epîlog. Di her sê beşan de jî vegêrana îlahî heye lê ev vegêran di beşên Prolog û Epîlogê de carinan derbasî vegêrana kesê yekem yanî vegêrana leheng jî dibe. Bi vî awayî em tê derdixin ku lehengekî veşartî yê çîrokê heye. Me di kurteya çîrokê de behsa dermanên antîdepresan kiribû. Xuya ye ku Darînê Daryo di rewşeke şîzofrenîk de ye. Darînê Daryo, lehengê me yê sereke li mala xwe bi tenê ye, ew bi xwe dibêje ku nikare binivîse lê ligel vê, serpêhatîya wî hatîye nivîsîn.

Prolog tê wateya pêşek, pêşgotinê ku ev pêşgotin ne li ser berhemê lê li ser çîroka berhemê ye. Di vê beşê de hin pêş agahî tê dayîn ku ev çîrok ne jî alîyê Darînê Daryo ve hatîye nivîsîn û vegêrana îlahî behsa xwe dike dibêje: “… ku ez ne li ba wî bûyama, a di wê gavê de ku ez ne bi wî re bûyama, bi du hezar û du caran sond dixwim ku anuha ev çîroka ê ne di destê wê de bûya.” (Metê, 2013:9)

Di beşa Monologê de, ji nav jî diyar e ku leheng xwe bi xwe diaxive. Erê leheng tenê ye lê xîtabî portreya Mîr Celadet Elî Bedirxan dike. Bi xêra vegêrana îlahî em hemû hest, raman, derd û kulên lehengê xwe di monologan de dibînin, hîn dibin.

Epîlog berevajî Prologê ye, yanî tê wateya paşgotinê lê ew jî wek Prologê ne li ser berhemê lê li ser çîroka berhemê ye. Di vê beşê de dawîya çîrokê tê dîyarkirin. Yanî tiştekî kêm namîne û serpêhatî, çîrok bi dawî dibe.  Vegêrana îlahî li vir dikeve vegêrana kesê yekem û bi Darînê Daryo re dikeve dîyalogan. Lê em dizanin ku Darîn li malê bi tenê ye. Ev rewş jî dîsa weku me got, rewşa şîzofrenîyê dîyar dike. Di vê beşê de dîsa gotinên Hezretî Eyûb derbas dibin. Li ser van gotinan, lehengê veşartî ji Darîn dixwaze ku ew vê serpêhatîyê, çîrokê binivîsîne. Darinê Daryo bi şertekî vê daxwazê qebul dike. Şert jî ev e: “Ev çîroka ha divê bi zimanekî din neyê xwendin, divê her û her bi zimanê xwe î malê bimîne.” (Metê, 2013:53)

Bi vî şertî, çîroka xwe ango nivîsa xwe dişîbîne pirtûkên pîroz, xwe dişibîne pêxember û lehengê veşartî jî bi wesfên îlahî tê xemilandin. Çîrok bi van gotinên lehengê veşartî (vegêrana îlahî) bi dawî dibe:

«Herwiha nîvê êşa lehengê xwe min jê wergirt, nîvê titûna qelûna wî ya dawîn min kişand, nivê hêsirên wî min ji kaniyên çavên xwe rijandin, li nîvê textê wî yê razanê min cîh da xwe, wê şeve nîvê balîva wî min sere xwe da ser û em bi hev re ketin xewê.» (Metê, 2013:53)

Ziman

Peyvên çêkirî hema beje tune ne, lewma xwendina çîrokê xweş e û herikbar e. Ne zede bin jî hin biwêj û gotinên pêşîyan bi hostatî hatine bikaranîn.

Biwêj

Li ber kewara mozan rûniştin.
Mîna ku ji xwîna bavê xwe vexwe.
Bûna wek xwêya ku tu bavêjî ber bizinan.
Bi hev re qayîş kişandin.
Çavê wî nabire.
Tajîya ku tu bi zorê berdî nêçîrê.
Ketina heftûheştan.
Ketina pêsîrên hev.

Gotinên Pêşîyan

Pesin xemla meran e.
Tu keran li ba keran girêbidî, ji hev hînî tir û fisan dibin.
Nanê bêxwê dixwe tiren şor dike.

«ez dibêjim, ku meriv bixwaze yekî bixapîne divê meriv bi tirkî bipeyive û ku meriv bixwaze xwe bixapîne divê meriv bi kurdî bipeyive, te got çî?»

Çavkanî:

Kan, Güneş, Hesenê Metê û paşxaneya nivîskarîya wî, Le Monde dîplomatique kurdî, Tebax 2013, Çapa Înternetê, r. 19
Hevpyevîn: https://www.youtube.com/watch?v=tGcKw5c4LEM
Wêne: https://bit.ly/3u5lGNT

Nîşe: Ev nivîs wekî sparteka dersê hatîye amadekirin.

Beş:Pirtûk

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *